Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin 2020-03-27 09:11:21 SÊRT - Şaredariya Sêrtê ku li dijî vîrûsa coronayê bi kurdî, tirkî û erebî gazî gel dike, ligel xebatên dezenfektekirinê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin.  Pispor pêşniyar dikin ku ji ber vîrusa coronayê kes derneyê derve. Şaredariya Sêrtê jî di vê çarçoveyê de hem bi kurdî, tirkî û erebî gazî gel dike hem jî xebatên dezenfektekirinê bênavber dike. Her wiha şaredarî ji bo parastina gel biparêzer jî 42 pakr girtin.    BI SÊ ZIMANA   Hevşaredar Berîvan Helen Işik, diyar kir ku ew kolana herî mezin a bajêr Kolana Guresê bi awayekî rêk û pêk dezenfekte dikin û got: "Me bankên sernaserê kolanê rakirin. Her wiha ji bo kes bi awayekî komî neyê cem hev du me 42 parkên xwe jî ji bo demekê girtin." Işik, anî ziman ku li tevahiya bajêr hem bi wesayîtên bajêr hem jî li mizgeftan tim anons tên kirin û got: "Em şaredarî bangawaziyên xwe bi kurdî, tirkî û erebî dikin. Em dixwazin her kes guh bide van bnagê me. Sedema vê jî ji bo tenduristiya mirovahiyê ye. Em tim tevdîrên xwe bigirin."    Her wiha Işik, bertek nîşanî tayinkirina qeyûman jî da got, di serdemeke wiha de jî bêhiqûqîtî didomin. Işik, destnîşan kir ku qeyûm darbeya li dijî hevserokatiyê ye û got: "Em vê yekê qebûl nakin. Çi dibe bira bibe em ê xizmeta gelê xwe bikin."    GIRTÎGEH HAT DEZENFEKTEKIRIN    Hevşaredar Peymandara Tûrhan jî anî ziman ku li seranserê bajêr ji dermanxaneyan heta buroyên rojnameyan, ji girtîgehan heta edliyeyê bi sedan dever dezenfekte dikin û xwest kes ji mal dernekeve.    Tûrhan jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û got: "Di serdemeke wiha de yek ji şaredariyên baş dixebitî Şaredariay Êlihê bû. Lê belê qeyûm tayinkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev ji bo vîna gel tehdîd e."