Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin 2020-03-27 09:10:50 AMED – HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xist. 6 şaredarî bi hênceta namzet mexdûrên îxracê bûn mazbatayên xwe wernegirtin. Hêj salek hilbijartinê neqediya qeyûm tayînî ser 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Di rewşa heyî de 18 şaredarî di bin rêveberiya HDP’ê de man.    Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê hilbijartina xwecihî pêk hat. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) tevî hemû zextên li ser xwe jî di hilbijartina xwecihî de li bajarên kurdan 65 şaredarî bi dest xist. Beriya vê serdemê di hilbijartina adara 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku niha pêkhateya HDP’ê ye 102 şaredarî bi dest xistibû. Di 2016’an de îqtîdarê dest bi polîtîkaya qeyûman kir û hema bêje di nava salekê de qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên DBP’ê kir. Lê HDP’ê û hemû pêkhate û tifaqa xwe zend û bendê xwe girê dan û li cihê qeyûm hatibûn tayînkirin carek din şaredariya xist bin rêveberiya xwe.    YSK’Ê MAZBATAYAN NEDA NAMZETÊN HDP’Ê DA NAMZETÊN AKP’Ê    Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hênceta mexdûrên KHK ango ji karmendiya dewletê îxrac bûbûn betal kir û mazbata da namzetên AKP’ê. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê qezenc kiribû daket 59 şaredariyan.    QEYÛMAN BI 3 ŞAREDARIYÊN BAJARÊ MEZIN DAN DESTPÊKIRIN    Hêj bi ser hilbijartinê de 5 meh derbas nebûn di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Bi hênceta derbarê hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe de lêpirsînên hatibûn destpêkirin didomin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û waliyên van bajaran tayînî şûna wan hatin kirin. Bi tayînkirina ewil a van qeyûman re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 56 şaredariyan.    DI 4 MEHAN DE QEYÛM TAYÎNÎ 29 ŞAREDARIYAN KIRIN    Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de berdewam kir û şaredariyên Bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dersimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, Bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seray yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Di van mehan de qeyûm tayînî ser 29 şaredariyên HDP’ê hatin kirin û bi vî awayî hejmara şaredariyên HDP’ê daket 27 şaredariyan.    JI BER TIRSA QEYÛM JI HDP’Ê ÎSTÎFA KIR    Ji ber tirsa dê qeyûm tayînî şûna wî bikin û dê were binçavkirin Serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir. Bi vê îstîfayê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 26 şaredariyan.    HERÎ DAWÎ QEYÛM TAYÎNÎ 8 ŞAREDARIYAN KIRIN    Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di salvegera hilbijartinê de dîsa ket dewrê. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hênceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê Adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredarên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Halfelî hatin binçavkirin. Hemû hevşaredar hatin berdan lê Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl hat girtin.    18 ŞAREDARÎ DI DESTÊ HDP’Ê DE MAN    Bi tayînkirina van qeyûmên ser 8 şaredariyên HDP’ê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 18 şaredariyan.   Şaredariyên di bin rêveberiya HDP’ê de wiha ne: Bajarokê Komira Semsûrê, navçeyên Bazîd, Panos, Giyadîn ên Agirî, navçeya Hezo ya Êlihê, navçeyên Pîran û Çinarê yên Amedê, bajarokê Sarica Xarpêtê, navçeya Qereçobana Erziromê, navenda Îdirê, bajarokê Hoşhabera Îdirê, navenda Qersê, bajarokê Vartînîs a girêdayî navçeya Korkûta Mûşê, navenda Sêrtê û navçeyên wê Xana Hewêl û Misirc, navçeya Silopî ya Şirnexê û bajarokê Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê.