Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye 2020-03-27 09:10:10 MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, anî ziman ku nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav Pakêta Darazê ya 3'yan dijî rêgeza wekheviyê ye û ji bo pêşnûmaya ku hikûmetê amade kiriye got, di vê pêşnûmayê "cihêkarî" heye.  Ji ber vîrusa coronayê li Tirkiyeyê girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê bang li se rbangê tê kirin ku girtî hemû bên berdan. Lê belê AKP, girtiyên siyasî daxilî nav Pakêta Darazê ya 3'yan nekir. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, ji bo pêşnûmaya hatiye amadekirin got, ne pêşnûmayeke tatmînkar e.    DIJÎ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE    Elîk, destnîşan kir ku hikûmetê pêşnûmayeke dijî îçtihatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn amade kiriye û got: "Pêşnûmaya hatiye amadekirin ne pêşnûmayeke tamînkar e. Di pêşnûmayê de ji bo kesên bi awayekî girtî tên darizandin tiştek jî tuneye. Niha dozên bi hezaran mirovan hene ku hê bi dawî nebûne. Ji ber ku bi awayekî girtî tên darizandin di girtîgehê de ne. Ji bo wan tiştek tê de tuneye. Ev kêmasiyeke mezin e. Her wiha ji bo kesên ji ber fikrên xwe yên siyasî girtî ne jî tiştek tê de tuneye. Ev xalên me diyar kirine, dijî rêgeza wekheviyê ne. Di vê pêşnûmayê de cihêkariyek heye."    Elîk, anî ziman ku li welatên demokratîk gava efûyek çêbibe an jî ceza bên kêmkirin pêşî ji bo "sûcên" li hemberî dewletê hatine kirin tên çêkirin û got: "Divê hikûmetê vê yekê daxilî nav bike."    Elîk, anî ziman ku di vê pêşnûmayê de sûcên ji ber tiryakê û îstismara zayendî cîh digirin û got: "Îqtidar û hevkarê wê vîrusê ji xwe re kirine firsend. Baro, saziyên civaka sivîl û hemû derdorên civakê divê li dijî vê dengê xwe bilind bikin."