Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin 2020-03-26 21:14:12 STENBOL – Nûçegihanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku hatin berdan, ji girtîgehê derketin.    Îro danişîna ewil a nûçegihên me yên girtî Sadik Topaloglû û Sadiye Eserê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê hat lidarxistin. Nûçegihanên me bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û piştî biryara berdanê Topaloglû ji Girtîgeha Sîlîvriyê û Eser jî ji Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê derket. Hevpîşeyên wan ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Topaloglû, gava ji hundirê girtîgehê derket li ber girtîgehê daxuyanî da û got, helbet biryar berdanê xweş e, lê belê ne bes e. Topalgolû, destnîşan kir ku hê jî bi sedan rojnamevan girtî ne û got: "Li paş dîwaran gelek rojnamevan ji be rnûçeyên xwe girtî ne. Ferhat Çelîk û Aydin Keser tenê ji van kesan du kes in. Tenê ne li Sîlîvriyê li girtîgehên din ên Tirkiyeyê jî bi sedan û heta bi hezarn girtiyên siyasî hene. Bi taybetî piştî belavbûna vê şewbê rewşa wan bêtir di talûkê de ye. Hindik maye vîrus li girtîgehan jî belav bibe. Niha girtî tên tecrîdkirin. B tu awayî nikarin hevdîtinê pêk bînin. Pêwendiya wan a bi derve re tuneye. Gava girtiyek nexweş bikeve, îhtimala ku wî/ê bibin nexweşxaneyê tuneye. Heger bibin nexweşxaneyê jî di vegerê de divê 14 rojan di karantînayê de bimîne."    Topaloglû, got: "Niha behsa pakêteke darazê tê kirin. Mixabin tê gotin girtiyên siyasî ne di nav vê pakêtê de ne. Ev krîzeke mezin e. Çimkî heger ev şewb belav bibe cihekî karantînayê jî tuneye. Hêvîdar im girtiyên siyasî hemû bên berdan."    Sadiye Eser jî bal kişand ser şert û mercên girtîgehê. Eser, diyar kir ku  li girtîgehê tevdîrên ji bo vîrusa coronayê pir kêm in û got, gava ji qawîşê derketiye ji îdareyê lepik û maske xwestiye lê belê nedane wê, lê belê piştî israreke dûr û dirêj ancax maske û lepik ji wan stendiye.