Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’ 2020-03-26 16:42:45 STENBOL - Keyayên herêma Çavûşbaşiyê ya nevçeya Beykozê, angaşt dikin ku 15 kesên li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane, wan li qadeke Çavûşbaşiyê veşartine û dîmenên goristanê weşandin û bertek nîşanî dan. Hat angaştkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÎBB) ji bo kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane li Beykozê qadake goristiyê vekiriye. Li gorî nûçeyên çapameniya herêmî; Walîtiya Stenbolê, ji ber rewşa awarte ji şaredariyê xwestiye ku goristanek terxan bike. Şaredariyê jî li herêma Çavûşbaşî ya Beykozê goristan terxan kiriye.   KEYA BI BERTEK IN   Ev rewş li herêmê bûye sedema fikaran û keyayên taxên Baklaci û Çiftlîkê angaşt kirin ku li qada ku weke goristan hatiye terxan kirin heta niha 15 kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane hatine veşartin. Keyayan berteka xwe ya li dijî rewşê jî kişandin û li ser medya civakî parve kirin. Di dîmenê ku keyayan parve kiriye de tê dîtin ku li derdora goristanê tu bergirî nehatine girtin. Keyayê Taxa Çîftlîkê Hayrettîn Şenol, bertek nîşanî definkirinê da û ev tişt got: “Li cihekî ewqas nifûsa wî qerebalix definkirina miriyên vîrusê, ji aliyê tenduristiyê ve ne guncav e. Ji vî karî re bibêjin ‘Bes e’. Lİ Stenbolê cihên guncavtir hene. Lepik û maskeyên ku bi wan definkirin hatiye kirin li derdorê hatine belavkirin. Derdorê qirêj kirine û tenduristiya me jî kirine talûkeyê.”   QADEK DARISTAN A 100 DONIMÎ HATIYE BIRÎN   Keyayê Taxa Baklaci Mûstafa Yildirim jî di dîmen de goristana 15 mirî lê hatine veşartin û 92 gor jî hê lê vala ne nîşan dide ev tişt dibêje: “Miduriyeta Goristanê dibeje ku tiştek wiha tuneye. Lê goristan li vir e û welatî di rewşeke zor de ne.”   Keya Yildirim, qadeke daristan ku ji bo cenazeyan hatiye vekirin nîşan dide û berteke xwe ya li dijî vê yekê bi van gotinan tîne ziman: “Li gorî gotinan tê texmînkirin ku 400 weqayên vîrusa koronayê hebin. Qadeke daristan a 10 donimî ji bo goristanê hatiye birîn. Em cihên fermî vê yekê nadin qebûlkirin. Berteke me ne li dijî ku ev der kirine goristan, berteka me li dijî veşartina kesên ku bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daneye.”