Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê 2020-03-26 16:38:28   AMED - Rêxistinên Kedê yên li Amedê, diyar kirin ku li girtîgehan nêzî 300 hezar girtî hene û piraniya beşê civakê temsîl dikin. Rêxistinên kedê, xestin cudahiyê nexin nava zagona înfazê û hemû girtiyan serbest berdin.    Platforma Şaxan  ên girêdayî KESK û DîSK'ê, Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB û Odeya Tabîban ên li Amedê têkildarî pakêta darazê ya înfazê daxuyanî dan. Platformê di daxuyaniyê de bal kişandin rewşa girtîgehan ku nêzî 300 hezar girtî hene û xwestin bêyî cudahiyê têxin nava girtiyan hemû girtiyan serbest berdin. Platformê, bal kişand ser welatên cuda û diyar kirin ku li gelek welatan girtî ji ber nexweşiyê serbest hatin berdan û got: “Li welatê me desthilat di hiqûqa înfazê de girtiyên siyasî û hikûmxwariyan li derveyî xwe dihêlin. Ev, rojnamevanên muxalîf, akademîsyen, parlementer, hevşaredar, hiqûqnas, sendîkavan, xwendekar in. Ev girtî û hikûmxwarî di bin navê ‘terorê’ de di lêpirsînên hatin kirin de hatine girtin.”   Platformê xwest ewil girtiyên nexweş û hemû girtî tavilê bên berdan hiqûqa înfazê de wekhevî pêk bê.