Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin 2020-03-26 16:07:57 STENBOL  - Komîsyona Hekîmê Malbatan a Odeya Tabiban a Stenbolê, diyar kirin ku li Stenbolê 24 hekîmên malbatan vîrûs di xwina wan dehatiye tespîtkirin û xwestin hemû xebatkarên  Navendên Tenduristiya Malbatê di testê re bên derbaskirin.  Komîsyona Hekimên Malbatan a Odeya Tabîban a Stenbolê di 24'ê Adarê de li ser rêya înternetê û elektronîk civîn çêkirin û geşedanên der barê vîrûsa şewba Covid-19 de nirxadin kirin. Endamên Komîsyonê encama nirxandinên civînê li ser malpera odeyê ya web'ê parvekirin. Komisyonê li ser malperê daxuyanî da û diyar kir ku hemû xizmetkarên tenduristiyê yên Navenda Tenduristiyê ya Malbatê (ASM) bi derfetên xwe xizmetê dikin û di nava şertên neyinî û bi ekîpmanên kêm xizmetê didin. Komîsyonê da zanîn ku xizmetkarên tenduristiyê li dijî covît 19 bi can û dil dixebitin û wiha got: "Li Stenbolê 24 xebatkarên ASM'ê bi şewba vîrûsa Corona (Covît-19) ketine. Gelek kesên şika vîrûsê bi wan re heye nayên testkirin. Algoritma têk nakin. Ji ber vê yekê pirsgirêk derdikevin. Divê bi lez û bez hemû xizmetkarên tenduristiyê yên ASM'ê di testê re bên derbaskirin. Xizmetkarên ASM'ê û hekîmên malbatan bi malzemeyên kêm dixebitin. Malzemeyên wekî lepik, maske, berçavk, tulum, galoş û malzemeyen parastinê kêm in. Divê bi lez malzeme bê temînkirin. Ku ne wisa be xebatkarên tenduristiyê di bin rîskekî mezin de ne."