Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin 2020-03-26 15:44:18   WAN – Hevdîtina parêzeran a li gel bi hezaran girtî û hikumxwarên ku di bin gefa vîrûsa koronayê de ne heta du hefteyan hat qedexekirin.    Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyê bi hezaran girtî bi talûkeya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rû bi rû ne. Her çiqas rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan û malbat û siyasetmedar bang dikin jî lê heta niha ji bo girtiyan gavek nehatiye avêtin. Hat zanîn ku dê li girtîgehên Wanê ku di bin gefa vîrûsê de ne heta du hefteyan parêzer nikaribin hevdîtinê li gel miwekîlên xwe pêk bînin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Wezareta Karê Hundir ragihand ku wê hevdîtina parêzeran a girtîgehan heta du hefteyan pêk neye. Li gorî nivîsa ku ji girtîgehan re hatiye şandin hatiye diyarkirin ku di rewşên lezgîn de bi erêkirina midurê girtîgehê dê hevdîtin pêk were.    Tê payîn hefteya were dema van du hefteyan bi dawî bibe û hat zanîn ku dibe ev dem were dirêjkirin.