Polîs polîs kuşt 2017-12-19 10:32:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîs li navçeya Golbaşi ya Enqereyê hempîşeyê xwe yê polîs kuşt.  Sere sibê saet di 05.00'an de  li navçeya Golbaşi ya Enqereyê, polîsan otobusa plaqeya wê 56 AP 616 ya ji Sêrtê diçû Enqereyê rawestan û lêgerin pêk anî. Piştî kontrola nasnameyan rêwiyekî bi guman reviya û polîsên din ketin pey wî. Polîsên asayîşê dema ketin pey gumanbar û polîsên asayişê ketin pey gumanbar polîsan hevalê xwe yê polîs kuştin. Walî daxuyanî da û aşkere kir ku bi qezayê polîs hatiye kuştin. Dema polîsên asayişê hişyariya "Raweste" kirin û ketin pey rewî bi şaşî hevalê xwe yê polîs kuştiye. Walî aşkere kir ku polîs Hakan Can bi qezayê hatiye kuştin. Waliyê Enqereyê jî daxuyanî da û aşkere kir ku bi qezayê bûyer pêk hatiye û polîsê memûr Hakan Can jiyana xwe ji dest daye.