Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê 2020-03-26 15:17:21   STENBOL - Koordinasyona Ya Stenbol An Kanal, bertek nîşanî îhaleya projeya Kanal Îstanbul da û wiha got: "Gel ketiye dertê canê xwe, lê îqtîdar ketiye dertê îhaleyan. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi gotina "Kesên ku îro ketine derdê Kanal Îstanbul ne karê aqilan e." bertekên xwe anî ziman.    Li cîhan û Tirkiyeyê vîrûsa corona saet bi satet belav dibe. Heta niha li Tirkiye  59 kesan û li cîhanê 22 hezar û 25 kesan jiyana xe ji dest dan. Di vê pêvajoya ku vîrusa corona belav dibe de îqtidara AKP'ê yekem projeya Kanal Îstanbul da îhaleyê. Projeya ku Wezareta Jêrzemina Ragihandinê  têxe meriyetê, dê Odabaşiya dîrokî ya Başakşehirê û pira Dursunkoy a Dîrokî ya Arnavutkoyê ji îhaleyê re vekirin. Dîsa Rêyên Bejayî yên Kagıthane li Midûriyeta Herêmê ya yekemîn ji îhaleyê re hat vekirin. Koordinasyona Ya Stenbol An Kanal, bertek nîşanî îhaleya projeya Kanal Îstanbul da û wiha got: "Gel ketiye dertê canê xwe, lê îqtîdar ketiye dertê îhaleyan.   ŞAREDAR ÎMAMOGLU: NE KARÊ AQILAN E    Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi gotina "Kesên ku îro ketine derdê Kanal Îstanbul ne karê aqilan e." bertekên xwe anî ziman. Îmamoglu, anî ziman ku wî nedixwest axaftinek wisa bike lê ev ne karê aqilan e. Milet ketiye derdê canê xwe, lê îro hin kes ketine dertê Kanal Îstanbul. Ev ne karê aqilan e. Di çarçoveya projeya Kanal Îstanbul de projeya ku pira Odabaşi û Dursunbey veguhezinin heye. Ji bo îhaleya vê rêyê ji butçeya 2020'an 8 milyar tl  qetandine. Lê îro bi milyonan mirov an betal mane an jî nikarin debara xwe bikin. Di demek nêzik de li Stenbolê 50 hezar mirovan alîkariya civakî ji ÎBB'ê xwestin. Ezê demek nêzîk de hûrguliyê vê yekê aşkere bikim."