Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin 2020-03-26 14:05:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên siyasî ji ber vîrusa corona fikarên xwe anîn ziman û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin. Malbatan xwestin demildest girtî serbest bêne berdan.    Her ku vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav dibe, bertek û nerazîbûnên malbatên girtiyan zêde dibe. Malbatên girtiyan dixwazin demildest girtiyêsiyasi bêne berdan. Malbatên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, Parlamenter û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û Hevşaredarê Wanê yê Berê Bekîr Kaya xwest hikûmet ji bo girtî bêne berdan gavan bavêjin.    DEMÎRTAŞ: DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN   Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, fikarên xwe anin ziman. Başak Demîrtaş, diyar kir ku li girtîgehan di kawişan de hêjmara girtiyan pir zêde ye û paqijî tune ye û wiha got: "Hêj li hin girtîgehan malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Personelên girtîgehan li derve bi kesên li derve re di temasê e ne. Hem ji bo wan û hem jî ji bo girtiyan risk e. Kêliyek em winda bikin tune. Divê em bi lez tev bigerin. Ku em hemû malbat bibin yek û dengê xwe bilind bikin meclis neçar e dengê me bibhîze. Wezirê Darazê pêvajoyê zelal nameşîne. Xizmên girtiyan rast û têr agahdar nake. Çav û guhê me li girtîgehan e. Duh em fêr bûn ku li Girtigeha Sîncanê di testa girtiyekî de vîrus derketiye. Ev bêtir tirsa me zêde dike. Divê bi sed hezaran malbatên zarokên wan girtî, dengê xwe bikin yek. Ku em dengê xwe bikin yek meclis neçar e dengê me bibhîze."    KIŞANAK: JI 12'Ê ÎLONÊ BÊTIR TALÛKE YE   Keça Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kocaelî girtî ye, Evin Jiyan Kişanak jî diyar kir ku li girtîgeha Kocaeli şert û merc ne paqij in û wiha got: Girtî li girtîgehan rojê nabînin. Di nava ritûbeta zêde de dejî. XWarina wan ne baş e. Dîrenca wan kêm e. Ji ber vê yekê divê hemû girtî serbest bêne berdan. Girtî me meraq dikin û em girtîyan meraq dikin. Ev rê li pêş stresê vedike û bêtir dîrenca wan kêm dike. Li Şûna hevdîtina girtiyan qedexe dikin, divê bi lez girtiyan serbest berdin. Hina personel diçin derve û tên. Xwarina wan ji derve tê. Di vê pêvajoyê de em çiqas dizanin ku her tişt paqij e. Ez bi telefonê bi dayika xwe re axivîm. Dayika min got malzemeyên papijî û dezenfektanê nadin me. Ez bawer dikim ku li hemû girtîgehan rewş yek e. Ji ber vê yekê divê hemû girti bi lez bêne berdan. Divê ev paketa darazê ya înfazê hemû kesan têxe nava xwe û hemû girtî bêne berdan."   KAYA: BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN    Hevjîna Hevşaredarê berê yê Wanê Bekîr Kaya, Asli Kaya jî wiha bang li hikumet û raya giştî kir: “Ji ber vîrûsa koronayê ku li ser cîhanê belav bûye û welatê me xistiye bin bandora xwe em li malê bi zehmetî xwe diparêzin, wê girtiyên di nava çar dîwaran de xwe biparêzin. Bêyî ku derengî bikeve, bêyî ku darbest ji gritîgehan derkevin divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtî û hevjînê min Bekîr Kaya werin berdan.”    BALÛKEN: DIBE KU SIBÊ PIR BIBE DERENG    Bangek jî ji hevjîna Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken, Evrîm Balûken hat. Balûken wiha dibêje: “Vîrûsa koronayê li ser girtîgehan gefek mezin e. Tekane rêya rizgariya ji vê vîrûsê ew e ku mirov li cihek baş bijî û bimîne û xwe biparêz e. Ji ber vî sedemî beriya ku sibê bibe dereng ez bang li hemû kesî dikim ku ji bo girtiyan gav biavêjin.”    YILDIRIM: BILA TAHLIYE DEST PÊ BIKIN    Keça parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim a ji 4’ê mijdara 2016an ve li Girtîgeha Kandirayê girtî ye Dr. Zelal Yildirim jî wiha got: “Ez wek hekîkemekê û zaroka girtiyekê vê bangê dikim. Li dijî nexweşîn gerdûnî ya vîrûsa koronayê tevdîr û pêşîlêgirtin kêm in. Jixwe li zîndanan şertên paqjiyê tune ne. Jixwe di rewşa beriya vîrûsê de ji li girtîgehan gelek pirsgirêk û tengasî hebûn. Niha jî girtîgek cihê talûkeyek mezin in. Gelek nexweşên girtî hene. Gelek zarokên li gel dayikên xwe girtî ne hene. Gelek girtiyên extiyar hene. Gelek zarok hene. Vîrûsa koronayê ji bo wan talûkeyek mezin derdixe. Her kêliya ku diçe mirin hin bêtir nêzî wan dibe. Divê demildest yasaya înfazê derkeve û tahliyekirina girtiyan dest pê bike.”    ‘BILA GIRTÎGEH NEBIN GORISTAN’    Kurê Gulser Yildirim, Şiyar Yildirim jî bi bîr xist ku cîhan di bin gefa vîrûsê de ye û ev nexweşîn ji bo girtiyan rîskek mezin e. Şiyar Yildirim got: “Bila girtîgeh nebin goristana dayik, bav, xwişk, bira û însanên me. Ez bang dikim ku hemû girtî werin berdan.”    MA / Ozgur Paksoy