Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin 2020-03-26 12:52:37 AMED – Têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî piştî 5 salan angaştname hat amadekirin. Di angaştnameyê de derbarê 3 polîsan de bi sûcdariya “Bi zanebûn û qestî bûne sedemê mirinê” ji 2 salan û heta 6 salan ceza hat xwestin. Balkêşe ku dosyey du polîsên hatine kuştin jî li dosyeya Elçî zêde kirine.  Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ji bo parastina Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê k udi pevçûnên qedexeya derketina derve de zerar dîtibû, roja 28’ê Mijdara 2015’an bi koma li gel xwe re daxuyanî da çapemeniyê. Di kêliya ku Elçî daxuyanî dida çapemeniyê hat kuştin. Têkildarî kuştina Elçî piştî 5 salan angaştnameya ku hatibû amadekirin hêj nû temam bû. Angşatname ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Amedê di dawiya 5 salan de hat amadekirin û ji 41 rûpelan pêk tê.    Lê balkêşe ku dosyeya Elçî bi dosyeya polîsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdûr ên di heman rojê de hatin kuştin kirine yek.    JI POLÎSAN RE DU SAL CEZA HAT XWESTIN    Di angaştnameyê de Ûgûr Yakişir ê ku tê gotin PKK’yî ne û polîsên bi navê S.T., F.T. û M.S. ku ji aliyê Yakişir ve hatine birîndarkirin jî cih digirin. Di angaştnameyê de hatiye gotin ku ne mimkin e kîjan polis ji kuştina Elçî berpirsiyar e. Hatiye gotin ku “polis di bin gumanek giran a sûc de ne.” Her wiha di angaştnameyê de tê angaştkirin ku guleyên ji çeka 2 PKK’iyan derketiye yek ji van li Elçî ketiye.    Di angaştnameyê de ji bo polîsên bersûc M.S., F.T. û S.T., bi sûcdariya “Bi zanebûn û qestî bûne sedemê mirinê” ji 2 salan û heta 6 salan ceza hat xwestin.    JI BO YAKIŞIR 3 CARAN CEZAYÊ MEUBETA GIRANKIRÎ HAT XWESTIN    Lê balkêşe di vê angaştnameya Elçî ku bi ya du polîsên heman rojê hatine kuştin kirine yek de ji Ûgûr Yakişir bi sûcariya “2 polîs kuştine, yekîtî û hevgirtina welat xera kiriye” 3 car cezayê muabeta giran û bi sûcdariya “Mimkin e Elçî bi qestî kuştibe” 20 sal ceza tê xwestin. Her wiha ji bo kuştina polîs S.T. jî 20 sal ceza, ji bo “bêdestûr çek li ser xwe gerandiye” ji 5 salan bigire heta 3 caran cezayê muebeta girankirî û û 45 sal cezayê hefsê jê re hat xwestin.