Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir 2020-03-26 12:22:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de ye, li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê qeyrana dil derbas kir û ew rakirina beşa lênêrîna awarte.   Li gel rewşa krîtîk a vîrûsa koronayê jî ji bo girtîgehan heta niha ji aliyê hikûmetê ve tu gav nehatine avêtin. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya (54) ku di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de ye, li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê qeyrana dil derbas kir. Kaya, duh qeyrana dil derbas kiriye û ew rakirina beşa lênêrîna awarte.   NEXWEŞXANEYÊ JÎ WAN AGAHADAR NEKIRIYE   Keça Kaya Dîlan Kaya, têkildarî rewşa bavê xwe ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku li ber çavan bavê wê kirine talûkeyê û wiha got: “Ji ber ku rêveberiya girtîgehê dermanê bi navê Coûmadîn ku xwînê tenik dike temîn nekiriye bavê min qeyrana dil derbas kiriye. Duh dem amin wî dît rewşa wî ne baş bû. Me tenê b qasî 5 deqeyan wî dît. Li cem cendirme hebûn. Nexweşxaneyê jî me baş agahdar nekir. Ji ber nerehetiya dil cergên wî av girtibûn. Zêdetirî mehekê ye dermana bavê min nadinê. Ji ber vê yekê bi gazînc bû. Bijîjkan jê re gotiye divê ya dev ji med û an jî dev ji dilê xwe berdî. Ji ber ku derman bi kar nedianî dilê ne baş dibû. Di heman demê de di mêjiyê wî de jî reheke wî xitêmandiye.”   ‘GAV BI GAV HAT VÊ ASTÊ’   Kaya, destnîşan kir ku cezayê muebetê li bavê wê hatiye birîn û 10 sal in di girtîgehê de ye û ev tişt anî ziman: “Li gel êja dil gelek nexweşiyên wî yên kronîk jî hene. Li gel ku ji sedî 70 fonksiyonên dilê wî têk çûne jî nayê berdan. Gav bi gav rewşa bavê min hat vê astê. Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ku bavê min sewqî wê hatiye kirin, ne ewle ye û kesek ji ber vîrusê lê jiyana xwe ji dest daye. Daxwaz dikim ku bavê min bi lez bê berdan û înfaza xwe ya mayî li malê bikişîne û tedawiya xwe berdewam bike. Bêyî ku dereng bikeve divê Wezareta Dadê jî bikeve dewrê û sererastkirinên qanûnî pêk bîne.”