Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû 2020-03-26 12:00:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Li cîhanê her ku diçe vîrûsa koronayê bi lez û bez belav dibe. Di 24 saetên dawî de li cîhanê hejmara qûrbaniyên vîrûsê derket 21 hezar û 302’an. Hejmara yên bi vîrûsê ketine jî 50 hezar lê zêde bûn û ev hejmar derket 472 hezarî.  Her ku diçe şewb ango nexweşîna vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li cîhanê berbelav dibe û mirovahiyê bi metirsiyek mezin re rû bi rû hiştiye.    Li gorî daneyên rojane ku malpera înternetê "worldometers" berhev dike û belav dike; di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine ji 18 hezarî derketiye 21 hezar û 302'an. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî ji 424 hezaran derketiye 472 hezar û 337'an.  Malperê ragihand ku 114 hezar û 718 kesên bi nexweşînê ketine baş bûne.    Di 24 saetên dawî de geşedanên têkildarî vîrûsa koronayê wiha ne:    LI TIRKIYÊ HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE    Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane li Tirkiyê derketiye 59 kesan û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine derketiye 2 hezar û 433 kesan.   VÎRÛS BANDOREK NEYÎNÎ LI SER ÎRANÊ DIKE    Li Îranê ji ber vîrûsê 143 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara miriyan li Îranê derket 2 hezar û 77 kesan û hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî derketiya 27 hezar û 17 kesan   LI ÇÎNÊ HEJMAR KEMTIR DIBE    Li welatê Çinê ku ev şewb ji wir peyda bû û belav bû hejmara weqayên vîrûsê her ku diçe kêm dibe. Li çînê di nava 24 saetên dawî de 67 weqayên din jî hatin dîtin û hejmara giştî ya kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 81 hezar û 285'an. Hejmara miriyan jî 6 qat lê zêde bû û derket 3 hezar û 287 kesan.    LI ÎTALYAYÊ BÎLANÇO GIRAN DIBE    Li Îtalyayê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 74 hezar û 386 kesan û 7 hezar û 503 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.    VÎRÛS LI RÛSYAYÊ BELAV DIBE    Heta niha li Rûsyayê jî 658 kes bi vîrûsê ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Li Rûsyayê tevdîrên nû ketin rojevê û biryar hat girtin ku sefere balafiran yên navnetewî hemû werin rawestandin.