Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin 2020-03-26 11:01:44   AMED – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, diyar kir ku desthilata AKP’ê li şûna têkoşîna li dijî vîrûsê, bi tayînkirina qeyûman qrîzê ji xwe re wergerandiye firsendê û ev tişt got: “Mîna vîrusan êrîşî vîna gel dikin.”   Hejmara miriyên vîrûsa koronayê her roja ku derbas dibe zêde dibin. Hemû Cîhan li dijî vîrûsa ku bi lez belav dibe bergiriyan digire, lê AKP’ê li şûna vê yekê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku Desthilata AKP’ê qeyûm tayînî şaredariyên ku nikare ji wan pere bixwe dike.   ‘LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ QEYÛM TAYÎN DIKE’   Partlamenter Guzel, destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibib AKP bi mêjiyê karê nêzî tiştaş dibe Û wiha got: “AKP li gel firsendê neyartiya kurdan jî dike. 4 Sal in bi qeyûman re polîtîkayên şerên taybet tên meşandin. Ev bi tunehesibandina nasnameyê re hewldana tunekirinê ye. Vîrûs her roj can digire û ji ber vê yekê gelek kes bê kar dimînin. Li şûna ku AKP bergiriyan bigire û van pirsgirêkan çareser bike, qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê dike.”   ‘QEYÛM TEVDÎRAN NAGIRIN’   Di berdewama axaftina xwe de Guzel, got ku bi fikarin ku qeyûm tevdîran negirin û wiha pêde çû: “şaredariyên HDP’ê bi rojan xebatên dezenfekteyê kirin û pêwîstiyên kesên ku ji malê dernediketin dibersivandin. Razandina fatorayên avê taloq kiribûn. Kuçeyên Êlihê her roj dihatin dezenfektekirin. Lê ji roja ku qeyûm hatiye tayînkirin heta niha ev xebat hatiye rawestandin. Her roj vîrûs belav dibe û nikarin pêşiya wê bigirin. Lê şûna pêşiya vîrusê bigirin weke vîrusan êrîşên vîna gel dikin. Heman polîtîkayan li girtîgehan jî dimeşînin. Divê ku bê cihêkarî hemû girtî bên berdan.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel