‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’ 2020-03-26 11:01:14 AMED - Malbatên ku girtiyên wan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin diyar kirin ku li girtîgehê paqijî tune ye û ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin divê hemû girtî demildest werin berdan. Vîrûsa coronayê roj bi roj li gelek welatên cîhanê belav dibe. Her roj mirin û kesên ku bi nexweşiyê dikevin zêde dibin. Ji ber vê yekê fikarin malbatên girtiyan jî zêde dibin. Malbatên ku girtiyên wan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ne diyar kirin ku hêj tu cenaze ji girtîgehê derneketî divê demildest hemû girtî bên berdan.   ‘DIVÊ EM LI GIRTIYAN XWEDÎ DERKEVIN’   Dayika girtî Mehmet Şirîn Kaya, Mewlude Kaya diyar kir ku bi riya telefonê bi lawê xwe re axiviye û wiha got: “Li girtîgehê paqijî tune ye. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Di kawişan de hin girtî li erdê radikevin. Cihê wan tune ye. Tiştên ku li kantina tê firotin biha didin wan. Êdî bes e divê em li girtiyên xwe xwedî derkevin. Bila dilê dayika neêşe. Em dixwazin girtî serbest bên berdan.”   ‘EM NAXWAZIN MIRIN ÇÊBIBE, BILA ÇARESERIYEK WERE DÎTIN’   Dayika girtî Yûsûf Boz, Meymenet Boz jî da zanîn ku tenê dikarin bi riya telefonê bi girtiyan re biaxivin û wiha axivî: “Em dixwazin êdî çareyekê bibinin. Hîjyen tune ye li zindanan. Em naxwazin mirin çêbibe. Bila di demekî zû de çareseriyek were dîtin.”   ‘ŞUNA DI KAWIŞEKÊ DE PÊNC KES HEBIN 11 KES TÊDE NE’   Xwîşka girtî Mehmet Cûran, Halîme Akbey jî dest nîşan kir ku li girtîgehan şuna di kawişekê de pênc kes hebin 11 kes têde ne û wiha got: “Tedbîr ji bo girtigehê qet nehatine girtin. Girtiyên nexweş hene. Divê werin berdan.”   MA / Fahrettîn Kiliç