Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê 2020-03-26 10:49:48 STENBOL – Ji Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin Prz. Rûkiye Leyla Suren, diyar kir ku bergiriya “li malê bimîne” ya li dijî vîrûsa koronayê hat girtin, weke li hemû welatan li Tirkiyeyê jî vegeruhî tundiya li dijî jinê û got: “Divê bi lezgînî xetên Tundiya Nav Malbatê bên avakirin.” Her ku diçe vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê belav dibe û mirov jiyana xwe ji dest didin. Yek ji bergiriyên li dijî vîrûsê hatin girtin “Li malê bimîne” ye. Lê ev bergirî, bi demê re veguherî tundiya li dijî jinê ya di nava malê de.    Li gorî hîn lêkolînên li tevahiya cîhanê hatin kirin, bergiriya li malê bimîne, tundiya li dijî jinê zêdetir kiriye.    Di vê çarçoveyê de, li gorî danayên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, piştî vîrîsê ji 3 jinan 1 jê rastî tundiya fîzîkî hatiye. Dîsa saziya bi navê UK Aîd Dîrect a girêdayî Beşa Pêşketina Navneteweyî ya Kralgeha Yekbûyî tundiya piştî vîrûsa Kovîd-19 kir rapor û da zanîn ku tundiya di nava malê de û li dijî karmendên tenduristiyê zêde bûye. Li gorî rapora vê saziyê, di meha Sibatê de bûyerên tundiyê yên nava malbatê 3 qat zêdetir bûne.    NY: DERFETÊ TUNDIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE   Wekîla Midûra Giştî ya Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Anîta Bhatîa jî, di axaftineke kiribû de got: “Dema ku em rêbazên ji bo parastina mirovan bi kartînin, em dibin sedem ku tundiya di nava malê de zêdetir bibe. Ji jiyana civakî dûrketin û xwe hespî malê kirin, asta tundiyê jî zêdetir dike. Ev jî dibe sedem ku derfetên tundiyê tên pêşkêş kirin.”   VÎRÛSÊ TUNDÎ ZÊDETIR KIR   Li gorî rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê, bi belavbûna vîrûsa koronayê re tundiya li dijî jinê zêdetir bûye.    Ji Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in Prz. Rûkiye Leyla Suren, bandora bergiriya “li malê bimîne” ya li dijî vîrûsa koronayê hatiye girtin a li ser jinan nirxand.    Suren, diyar kir ku li Tirkiyeyê, dema ew li cihên jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin mêze dike, piraniya van bûyeran di malan de rû dane û wiha axivî: “Ji ber vê ji roja ku vîrûs derketiye holê, hem li Tirkiyey û hem jî li cîhanê, parastina canê jinan nemaye.”   ÇIMA TUNDÎ ZÊDE BÛ?   Suren, da zanîn ku bi taybetî di vê demê de, tundî zêde bûye û wiha got: “Jin dixwazin derbarê xwe û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Vê yekê daxwaz dikin û di lêpirsînê re derbas dikin. Dixwazin êdî derbarê jiyana di malê de û dervede ramanên wan bên girtin. Ji xwe di demên wisan de tundiya di nava malê de rû dide. Zilamê tundiyê dike û jina mexdûr dibe neçar dimîn in ku di heman dorhêlê de bimîn in. Ev jî bi xwe re rîska tundiyê zêdetir dike û jin hîn zêdetir rastî tundiyê tên.”   DI 10 ROJAN DE 10 JIN HATIN KUŞTIN   Prz Suren, anî ziman ku di serî de Almanyayê gelek welatên din di rojên karantînayê de li dijî tundiya jinê hin bergiriyên parastinê girtin û wiha bilêv kir: “Li Tirkiyeyê jî divê heman bergirî bên girtin. Di rewşa heyî de din ava 10 rojan de 10 jin hatin kuştin. Ji ber vê divê li Tirkiyeyê jî mîna hin welatan bergiriyan bigire. Divê protokolên nû amede bike û hişyariyên fermî bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê li dijî tundiyê bergiriyek tuneye, jin evqasî rastî tundiyê tên. Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî û Wezareta Karê Hûndir , divê ji bo parastina jinan tedbîran bigirin.”   Suren bergiriyên divê bên girtin wiha rêz kirin: “Lazime ku xetên tundiya nav malbatê bi lezgînî bên avakirin. Pêşnûçeya Emîne Bûlût hat weşandin û yekîneyên tundiya nav malbatê hatin avakirin. Divê hejmara xebatkarên perwerdekirî yên di qereqolan de bên zêdekirin. Divê hemû hejmar û asta tundiyê yeke bi yek bên şopandin. Di sala 2019’an de 474 jin hatin kuştin. Di meha Sibatê de 22 jin hatin kuştin û li gel vê 12 mirinên bi guman hebûn. Lazime ku ev hemû bên dîtin.    'DIVÊ RAYA GIŞTÎ BÊ ESAS GIRTIN’   Prz. Suren, dest nîşan kir ku divê raya giştî bê esas girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste ku nêrînên rêxistinên civaka sivîl, baroyan û partiyan bên girtin. Pênûmeyên qanûnî divê wisan bi lez û bez li ser maseyan tenê bi sînordarkirina hin kesan neyin amedekirin. Ev yek tundiya li dijî jin û zarokan zêdetir dike.”    MA / Semra Tûran