Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine 2020-03-26 10:48:36 ŞIRNEX - Derket holê ku 2 roj berê amadekarî kirine ku qeyûm tayîni şûna Hevşaredarê Cizirê Mehmet Zirig bikin. Serdozgerê Komarê yê Cizirê der barê Hevşaredarê Cizîrê Zirig de dosya amade kir. Di dosyayê de hat dîtin ku 2 roj beriya hilbijartinê ji TEM'ê û Şaxa Ewlehiyê ya polîsan der barê Zirig de agahi xwestine.    Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 29'ê Cootmeha 2019'an de qeyûm tayinî şûna Hevşaredarê Cizirê Mehmet Zirig kir û Zirig ji kar dur xist. Wezîr Qeymeqamê Cizirê Davut Sinanoglu wekî qeyum tayîn kir. Wezîr doza ku li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hatiye vekirin û lêpirsina Serdozgerê Komarê yê Cizîrê ya "Pesnê suc û suçdar daye" hinceta dûrxistnê nîşan da.    Di dosya lêpirsînê ku bû sedem Hevaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ji peyvirê dûr bixe agahiyên sosret derketin holê. Derket hole ku dozgerê komarê yê Cizîre 2 roj beriya hilbijartina 31'ê Adarê der barê Zirig de ji TEM'ê û şaxa Ewlehiyê di çarçoveya "Sûc û sucdar pesne wan dane" agahî xwestine û xwestiye heta xizmên çaremenîn lêkolîn bikin. Dozger di lêpirsinê de xwestibû der barê Zirig de bi awayekî veşarî hemû agahiyên wî bên lêkolînkirin. TEM'ê û midûriyeta polîsan di çarçoveya lêpirsîna bi dîzî de der barê hemû xizmê zirig de lekolîn kirin. Heta salên 1990'an darizandinên xizmên zirig ji lêkolîn kirine.    EM CAREK DIN BÛN ŞAHID KU AKP LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKE    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, ani ziman ku di vê pêvajoya hemû cîhan li dijî vîrusa corona şer dike de, hikûmeta AKP'ê qeyûm tayînî şaredariyê HDP'ê dike û carek din bûn şahid ku AKP li dijî kurdan şer dike. Zirig wiha got: "Çend roj berê di pêvajoya vîrûsê de AKP qeyûm tayinî 8 şaredariyên me kir. Hilbijêrên bi dengê gel hatin hilbijartin ji kar avêt. Em carek din bûn şahid ku AKP li dijî Kurdan şer dike. Ev pêkanîn di hiqûqê de cihê wan tune ye. Ji ber ku min gotibû "Leyla Guven rûmeta me ye" der barê min de lêpirsin hatibû vekirin. Dadgehê ev yek red kir. Lê dozger dîsa îtiraz kir. Dema Wezir Soylu li Cizîrê bû vê carê dadgehê itiraz qebûl kir û doz vekirin. Hefteyek berê dê danişîna dozê bihata ditin. Lê ji ber vîrûsê hat taloqkirin. Dozger di îdianameyê de heta asta çaremin xizmên min lêkolîn kirine.  Navê vê yekê dijminantiya kurdan e."