Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e 2020-03-26 10:36:39 AMED – Vîrûsa koronayê bi lez û bez belav dibe. Kuçeyên Amedê hem pir qelebalix in hem jî pir rakêşandî (hêrs) in. Li dijî şewbê banga “li malê bimîne” zêde xelk guh nadê û rastî nerazîbûna welatiyan tê. Welatî li dijî vê bangê bi hêrs in û balê dikişînin ser halê feqîriya xelkê.   Vîrûsa koronayê ya ku li Çînê dest pê kir bi hemû lez û beza xwe li tevahiya cîhanê belav dibe. Lig elek welatiyan ji ber vîrûsê jiyan rawestiyaye. Vîrûs li ser Tirkiyê û bajarên herêmê jî bandore neyînî dike. Wek gelek bajarên din li Amedê jî rewşek bi qûrf heye û xelk di nava tirs, fikar û xofê de ye. Hejmara kesên dibêjin şewb “zirarê nade min” gelek zêde ye. Tevî hemû hişyariyan jî li park, kolan û kuçeyan qelebalixî heye û tê dîtin ku rêgezên mesafeya civakî (sosyal) tê binpêkirin. Hemû dinya ji ber vîrûsê her çiqas ketiye nava metirsiyek mezin jî lê li Amedê hin kes bi çavek hêsanî li vê rewşa şewbê dinêre.    ŞEWB Û KRÎZA ABORÎ BI HEV RE LI XELKÊ DIDE    Beriya şewbê jixwe krîzek aborî hebû û bandorek mezin li ser xelkê herêmê dikir. Bi şewbê re bandorek mezintir nîşan da. Hema bêje ji ber vîrûsê hemû xebatên bazirganiyê rawestiyan e û vê yekê bi xwe re hejarî û bêkariyê jî anî. Li Amedê hin kes guh nadin banga li dijî şewbê ya “li malê bimînin” û xelk ji vê yekê nerazî ye. Gelek welatiyên neçar in ku debara xwe bikin wiha bersiva vê bangê didin: “Em ji malê dernekevin, em ê ji birçîna bimirin.”    TIŞT BIHA BÛNE Û NAYÊN PEYDA KIRIN    Li Amedê kelûpelên paqijiyê hatine stokkirin. Ev yek jî li dijî têkoşîna vîrûsê re dibe zehmetî. Li aliyê din gelek tişt hatine bihakirin. Bi taybetî tiştên wek maske, lepik, dezenfektan, kolonya û gelek tiştên bi vî rengî hatine bihakirin. Hin welatiyên nikarin bikirin ji neçarî mendîlên kaxez bi kar tînin û xwe wisa ji vîrûsê diparêz in. Vê pêla şewbê bêkarî, stres, pirsgirêkên nav malbatê, rê li ber kûrkirina krîza civakî ya heyî vedike û şertên tenduristiyê yên nebaş bixwe re anî û dibe sedema gelek neyîniyan.    ‘LI WIR AXAFTIN HÊSAN E’    Li kolan û meydanan hin welatî tercih dikin ku ji kamerayên rojnamegeran re derd û tengasiyê xwe bînin û hin welatî jî bêkamera daxwazên xwe tînin ziman. Welatî diyar dikin ku ew nikarin biçin kar û ji ber vê yekê jî tengezariyên debarê dest pê kirine û dixwazin dewlet ji kirê, fatûreyan re çareseriyek bibîne.    Yek jê ku van daxwazan dike Okan Işik ê 24 salî ye û ew dixwaze bêkamera daxwaza xwe bîne ziman. Işik balê kişand ser azadiya ramanê û derbirînê û got: “Ez ji kamerayê re neaxivim. Wê werin min li malê bigirin.”    Işik destnîşan kir ku dewlet însanan bi birçîbûnê re rû bi rû hiştiye û got: “Vê tişta ku dewlet dike ne rewa ye. Jixwe gelê Amedê feqîr e. Xelk ji ber dikaribin kirê û fatûreyên xwe bidin neçarin bixebitin. Dibêjin li malê bimînin, lê destekek madî nadin xelkê. Li wir axaftin hêsan e. Ew kesên diaxivin bila rojek werin tişta em dikişinin ew jî bikişînin dê zehmetiyên jiyanê bibinin. Wê dîn bibin.”    ‘BILA FATÛREYAN BISEKÎNIN’    Mûsa Çetîn (45) jî bertek nîşanî banga ku xelk li malê bimîne tê kirin da û got: “Ez nikarin tevdîran bigirim. Heke destekek aborî hebûya min ê jî tevdîran bigirta. Em ê bêzirar jê derketina. Lê gelê me feqîr e. Kar tune ye. Dibêjin ji malê dernekevin. Wê demê bila pêdiviyên me bînin malê. Em nikarin fatûreyên xwe bidin. Divê ku ji bo demekê razandina fatûreyan were sekinandin.”    ‘MAYÎNA LI MALÊ NE ÇARESERÎ YE’    Welatiyê bi navê Ezwar Alîoglû (22) jî da zanîn ku heta ji nexweşîna vîrûsê re derman neye dîtin mayîna li malê û girtina kargehan dê nebe çareserî û wiha got: “Ji me re dibêjin li malê bimînin û paqijiyê bikin. Lê însan nikarin debara xwe bikin. Vê yekê nabînin û ji nedîtî ve tên. Gelê me feqîr e. Li kolanan dimînin. Wê ew çi bikin? Gotin ji kar derkevin. Em jî veqetiyan. Xwedê bela we bide we. Însan birçî ne. Însan mexdûr in. Li wir axaftin hêsan e. Ka hûn werin li kolanan bimînin. Bila xelkê me çi bike, li malê rûnê û ji wan re duayan bikin? Ev edalet çawa ye? Edalet tune ye. Helbet wê rojek hesab ji wan were xwestin, ka em ê lê binerin dê birevin ku.”    MA / Gulistan Dînç – Cahît Ozbek