Niha dem dema çîroka ye 2020-03-26 09:20:57 QERS - Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê ji bêgavî de dil mal de dimîn kir û ji wan xwest çîrokan guhdar bikin û çîrokan vebêjin.    Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) ji bêgavî di mal de dimînin kir ku çîrokan guhdar bikin.    Erkmen, anî ziman ku ji ber vê nexweşîna navbirî mirov ji cihên qelebalix dûr disekinin û ji bêgavî di mal de dimînin Erkmen, got: "Gava ev nexweşîn salek şûnde biqede wê travma dest pê bikin. Çimkî wê mirov bitirsin ku pev re pêwendiyê deynin. Her wiha ev nexweşîn ligel di maldemayînê bandoreke neyînî li civakîbûyînê jî dike. Loma ji bo em pêşî li travmayên derûnî bigirin, gava mirov di mal de bin divê pêwendiyê pev re deynin. Wê bi vî awayî di warê dilî û zihnî de xwedîderketinek çêbibe. Ji bo vê jî bi ya min divê mirov ji hev re çîrokan bêjin."    Erkmen, anî ziman ku ji ber mirov pev re wext derbas nakin ev yek tesîr li malbatîbûnê jî kiriye û got, niha ji bo xurtkirina têkiliyên navmalbatî jî ev yek firsend e. Erkmen, destnîşan kir ku li ser înternetê û di televîzyonan de nerjiyeke negatîf heye û got: "Êdî ji mirovan re hejmara kesên jiyana xw eji dest didin yeko yeko dibêjin. Tiştên wekî nexweşîn bi vî hawî li mirovan peyda dibe, nîşaneyên nexweşînê ev in, kapasîteya nexweşxaneyan kêm e hwd. bi awayekî neyînî bandorê li derûniya mirovan dike. Loma di wextên wiha de hêla me ya civakîbûyînê dimehe. Kes alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye nake, alîkariya kesên ji mecbûrî dixebitin nayê kirin. Êdî ciwan hatine wê astê ku henekê xwe bi extiyaran bikin. Her wiha kesên di heman malê de pev re dijîn jî êdî ji hev ditirsin. Divê em tevdîrên xwe bigirin. Lê ji bo vê divê em pêwendiya qut mekin. Dê û bav, xwişk û bira divê di warê derûnî de hêzê bidin hev du. Gava derûniya mirov baş be, pençeşêra ku dermanê wê tuneye jî têkdişikê. Li dijî vê nexweşînê jî gava derûniya me baş be, em ê bi rihetî bikaribin ji derheqê van rojên xirab derkevin."    ‘ÇÎROK DERÛNIYA ME XURT DIKIN'    Erkmen, bibîr xist ku Newroz jîd erbas bû û got, lê belê çîroka ewil divê em hîn bibin çîroka Newrozê ye. Erkmen, anî ziman ku kêm es bi têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim dizane û got: "Dibe ku îro navê nexweşînê corona be; lê di dîrokê de navekî wê yê din Dehaq e. Mirov dikarin bi wê baweriya ku textê Dehaq hat rûxandin ji derheqê vê nexweşînê derkevin. Em dikarin wekî mînak çîroka Dewrêşê Evdî jî bidin. Çîrokên bi vî rengî, di rojên wiha de derûniya me baş dikin."    EM GUHDAR BIKIN    Erkmen, anî ziman ku xwegihandina çîrokan pir hêsan e û got, bia wayekî dîjîtal gelek çîrok hene. Erkmen, diyar kir ku divê ev çîrok bên guhdarîkirin, bên xwendin û bên munaqeşekirin û got, wê bi vî awayî mirov karibin tirsa xwe û dilşayiya xwe derxînin holê.    Erkmen, got: "Gundê ku lê çêbûm ceryan û teknolojî tunebû. Tenê mirov li odeyekê kom dibûn. Dengbêjan kilam digot, çîrok vedigotin. Gava wexta wê bihata Radyoya Êrîvanê dihat vekirin. Ez li ser medyaya civakî û di bernameyeke telvîzyonê de bi çîrokan xwe digihînim mirovan. Her kes dikare vê yekê bike. Derfet hene."    MA / Dîndar Karataş