Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn 2020-03-26 09:18:46 MÊRDÎN – Nûrcan Aslan ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye, gava telefonî malbata xwe kiriye û di telefonê de gotiye, ji bo vîrusa coronayê tevdîr nayên girtin telefona wê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin jî ku di heman girtîgehê de ye ji ber astim pê re heye wê xistine qawîşeke din û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku ji ber pençeşêrê tê tedawîkirin jî nerihetiyên wê zêde bûne.  Ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) Wezareta Dadê hevdîtinên bi girtiyan re qedexe kirin, lê belê mafê wan ê telefonê heftê kir du caran û her carê 10 deqe. Nûrcan Aslan ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye gava telefonî malbata xwe kiriye, ji ber ku gotiye ji bo vîrusa coronayê tevdîr nayên girtin, telefona wê hatiye birîn.    Aslanê, ji malbata xwe re gotiye li girtîgehê amûrên paqijiyê kêm in û ji ber xwarinê baş nadin wan muqawemeta laşê wan nebaş e. Aslan, diyar kiriye ku ava germ pir tuneye û girtîgeh baş nayê dezenfektekirin. Aslanê, aniye ziman ku îdareya girtîgehê hevalên wan ên nexweşînên wan î kronîk hene ji cem wan birine û ji ber vê nizanin rewşaa hevalên wan çawa ye.    GAVA BEHSA VÎRUSA CORONAYÊ KIR TELEFON HAT QUTKIRIN    Nûrcan Aslan, bi riya telefonê ragihandiye ku ji ber vîrusa coronayê fikarên wan zêde bûne. Lê belê hê di deqeya 6'an a de telefona Aslanê hatiye qutkirin. Gava Aslanê gotiye ji bo vîrusa coronayê "tevdîr nayên girtin" telefona wê hatiye qutkirin.    Bav Nevzat Aslan jî anî ziman ku ji bo hîn bibin ka telefon ji ber çi qut bûye telefonî girtîgehê kirine û got, îdare girtîgehê got, ji ber telekonferans hatiye çêkirin telefon girtine.    Bav Aslan, diyar kir ku keça wê fikarên xwe yên der barê vîrusa coronayê de anîne ziman û ji ber vê dîsa telefonî girtîgehê kiriye û ji wan re gotiye ragihandina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ne qedexeye. Bav Aslan, anî ziman ku piştî hewldanine dûr û dirêj cardin bi keça xwe re axifiye.    Her wiha bav Aslan bal kişand ser Pakêta Darazê ya 3'yan jî û got, fikarên wan zêde bûne û divê efûyeke giştî çêbibe.    HEVŞAREDAR OZAYDIN XISTIN QAWÎŞEKE DIN   Her wiha Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Essmez ku di heman girtîgehê de ye pirsgirêkên li girtîgehê ragihandin. Xwişka wê Ayten Esmez, anî ziman ku Mulkiye Esmez ji ber pençeşêra kolonê tê tedawîkirin û ji ber vê fikarên wan hene. Her wiha hat hînbûn ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin a ku di heman girtîgehê de ye jî ji ber astim pê re heye wê xistine qawîşeke din.