'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye' 2020-03-26 09:09:16 AMED - Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Demîr ku qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin, AKP veguheriye pandemiyê û êdî wextê wê û çûyînê hatiye.  Herî dawî Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î ya Êlih, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Norşîn, Halfelî û bajaroka Civanîkayê kirin. Piştî qeyûm hatin tayinkirin hevşaredar hatin girtin û ji hevşaredarên hatin binçavkirin Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ku di 22'yê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayinî şûna wan hat kirin, bertek nîşanî tayinkirina qeyman dan.    Hevşaredar Gulşen Ozer, anî ziman ku gava mesele kurd bin hikûmet pêkanînên antîdemokratîk û kêfî yên li tu devera cîhanê nayên dîtin pêk tîne û bi vî hawî vîna gelê kurd xesp dike. Ozer, bilêv kir ku şert û merc çi dibin bila bibin li ku dera cîhanê der barê kurdan de çi hebe ev feraset hewl dide wê tune bike.    ‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA GEL DERKEVIN'    Ozer, diyar kir ku li holê vîrusek heye û tevahiya cîhanê li dijî wê têdikoşe, lê belê hikûmeta Tirkiyeyê ji dêvla ku enerjiya xwe li dijî vîrusê xerc bike radibe êrîşî vîna gelan dike û got: "Wê ev gel xwedî li vîna xwe derkeve û wê li ber polîtîkayên we serî netewîne. Bi awayekî farazî û sêwirîner tawanbarkirina hevşaredarên me durûtî ye. Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk ûa ştiyane bidomînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad, demokratîk û mirovane bernedin. Tirsên we ên we ne. Em ê bi wêrekî tişta ku pê bawer in biparêzin. Demildest divê hevşaredarên me bên berdan. Em ê tim û tim xwedî li vîna gelê xwe derkevin."    Hevşaredar Orhan Ayaz jî diyar kir ku rojeva cîhanê tevahî vîrusa coronayê ye, lê rojeva îqtidarê jî qeyûm in. Ayaz, anî ziman ku fobiya îqtidarê ya ji bo kurdan guh nade vîrusê û îqtidara AKP'ê bekaya xwe daye pêşiya bekaya civakê û got, AKP bûye "pandemî" û tekane temiya wan ew e ku AKP bi rêyên demokratîk rojek berî rojekê biçe.