‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin' 2017-12-19 09:12:10 STENBOL- Edîtorê sendika.org'ê Ali Ergin Demirhan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan ku der barê malpera wan de dabû da û got ku, ew ê tevî civakê hesabê sûcên ku bi îftira û sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin.  Di dema hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê de, ji Wezîrê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan sedema 61 caran sansurkirina malpera nûçeyan a sendika.org'ê hatibû pirsîn û Aslan wek bersiv wiha gotibû: "Ji ber ku sendika.org derfetên fuhûş, taciz, lîstika qumarê û hwd. ji bo zarokan peyda dike me ew qedexe kiriye. Em ê qedexekirinê bidomînin." Piştî van gotinan gelek derdor bertek nîşan dan û vê carê Arslan got ku ev di çarçoveya "madeya ewlehiya netewî û ewlehiya cemaweriyê" de ye. Edîtorê sendika.org'ê Ali Ergin Demirhan daxuyaniya Arslan nirxand.    Demirhan, diyar kir ku tiştên ku Wezîr Arslan gotine, ew sendika.org bi her awayî li dijî wan tev digerin û divê avahiyên siyasî û yên ji rê derketine bi vî awayî bên tawanbarkirin û wiha got: "Me di bûyera Weqafa Ensarê de jî dît ku îktîdar vê mekanîzmayê diparêze. Lê wezîr mecbûr ma lêborînê bixwaze. Mesele ev e; li vî wealtî sansur heye. Îktîdareke ku welat bi şidetê û derewan bi rê ve dibe heye. Ji ber derdê îktîdarê bi heqîqetê re heye sansurê dike." Demirhan diyar kir ku ji ber sendika.org xwedî li mafê nûçewergirtinê yê gel derdikeve û heqîqetê radigihîne hatiye astengkirin.    Demirhan diyar kir ku nêzî 4 mehan malpera wan tê astengkirin. Demirhan got ku ji ber wan serî li Pirtûka Rekorên Guinnesê xistiye û di qada navnetewî û huqûqî de ev astengî derdikevin pêşberî hikûmetê, hikûmet bi paş ve gav avêtiye. Demirhan daxuyaniya wezîr wek "daxuyaniyeke ku refleksa parastinê û derûniya tawanbariyê ketibû nav hev" şîrove kir û wiha got: "Bila asteng bikin, lê em ê yeke nû vebikin. Îradeyeke ku heta sendika1milyon.org'ê biçe heye. Ev ne qebîlîyeteke me ya raseriyî ye, ev tişt ji hêza muxalefeta demokratîk a vî welatî xwe dide der." Demirhan got ku tu hukmekî wezîr tune ye û ev tişt gotin: "Li gor daxwaza Serokwezîrtiyê BTK asteng dike. Malpera me bi lîsteyên ku ji jorê tên tê girtin. Gotina 'dê girtin berdewam bike' dibe ku qubetiyeke sixte be jî. Wezareta Ragihandinê ev rezîltî, derhuqûqîtî parastiye."    'WÊ HESAB BÊ PIRSÎN'    Demirhan diyar kir ku ew çapemeniyeke alternatîf in û wiha axivî: "Dibe bandorekê li saziyên wan ên çapemeniyê yên mezin dike, lê tu tesîrê li çapemeniya azad, çapemeniya gel nake. Li cem wan bişkoka girtinê, li cem me jî ya vekirinê heye." Demirhan dest nîşan kir ku di Rewşa Awarte de bi navê huqûqê tiştek tune ye û dibe ku êrîş bikin, lê belê ew ê li gel her tiştî jî wek çapemeniya kurd ji xweliya xwe çê bibin.    Demirhan, got ku heke Dadgeha Qanûna Bingehîn di demeke maqûl de bersivê nede wan, ew ê ji bo her malpereke wan a hatiye astengkirin dosyeyeke cuda amade bikin û bişînin DMME'yê. Demirhan anî ziman ku ji ber sansurkirina malperê ew bi qebehet û sûcên giran re rû bi rû mane û ew ê tenê ne ji bo vekirina malperê, ew ê tevî civakê hesabê sûcên ku bi îftira û sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin.    Demirhan, anî ziman ku dê sendika.org bêdeng nemîne û ew ê tevî çapemeniya azad bi piştevaniyî tev bigerin.