HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir 2017-12-19 09:10:48 ENQERE- Ji bo serdema nû HDP'ê bernameya xwe ya çalakiyan diyar kir. Wê li 15 navendên cuda konferans bên lidarxistin.  HDP'ê biryar dabû ku beriya lidarxistina kongreya mezin ku dê di Sibatê de li dar bixe, wê li hin herêman konferansan li dar bixe. Dîroka lidarxistina konferansên ku dê li 15 navendên cuda bên lidarxistin diyar bû. HDP'ê têkildarî mijarê giştînameyek ji hemû rêxistinên xwe yên navçe û bajaran re şand û xwest starta xebatên ji bo konferansên ku dê di meha Çileyê de bên destpêkirin bidin.    BERNAMEYA KONFERSANSAN WIHA YE    Bûrsa; di 6'ê Çileya 2018'an de (bajarên Rojhilat û Başûrê Marmarayê)  Amed; di 6'ê Çileya 2016'an de  Îzmîr; di 7'ê Çileya 2018'an de (Bajarên Egeyê û Herêma Antalyayê)  Wan; di 7'ê Çileya 2018'an de (Bajarên Serhedê)  Stenbol; di 13'ê Çileya 2018'an de (Stenbol û bajarên Trakyayê)  Enqere; di 13'ê Çileya 2018'an de (Bajarên Anatolyaya Navîn)  Samsûn; di 14'ê Çileya 2018'an de (Bajarên Behra Reş)  Edene; di 14'ê Çileya 2018'an de (Bajarên Çûkûrovayê)    KONFERANSÊN MECLÎSÊN JINAN    Îzmîr; di 6'ê Çileya 2018'an de  Wan; di 6'ê Çileya 2018'an de  Amed; di 7'ê Çileya 2018'an de  Bûrsa; di 7'ê Çileya 2018'an de  Edene; di 13'ê Çileya 2018'an de  Stenbol; di 14'ê Çileya 2018'an de  Enqere; di 14'ê Çileya 2018'an de