Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene 2017-12-19 09:10:24 STENBOL- Di demên dawî de 18 parêzerên endamên OHP û ÇHD'ê hatin girtin. Hevberdevkên OHP'ê ya Stenbolê ev girtin nirxandin û wiha îdia kirin: "Li holê mekanîzmayên girtina otomatîk ên tu eleqeya wan bi huqûqê re tune ye û ji ji qereqol, dozger, dadwerên cezayê sulhê pêk tên hene."  Di demên dawî de li Stenbolê di avêtin ser malan de bi sedan kes hatin binçavkirin û bi dehan kes jî bi huncetên cuda hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin 18 parêzerên endamên Înîsyatîfa Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Huqûqnavên Hevdem (ÇHD) jî hene û her wiha parêzer Gurkan Îsteklî û Hakîm Peker hîn jî di bin çavan de ne.    ‘PARÊZER BI GEFA GIRTINÊ RE RÛ BI RÛ NE'    Hevberdevkên OHP'ê ya Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak û Banû Guveren, binçavkirin û girtinên di demên dawî de pêk tên nirxandin. Parêzer Çakmak wiha got: "Bi taybetî bi Rewşa Awarte (OHAL) re hikûmet dixwaze wek qadên din qada huqûqê jî têxe bin kontrola xwe." Çakmak diyar kir ku ev yek li hemû saziyên huqûqê yên îktîdarê nerihet dikin tê kirin û wiha got: "Bi taybetî bi awayekî qismî be jî ev taktîk li ser parêzerên li Kurdistanê tesîrdar e. Ji bo rê li ber parêziyeke çalak a di warê huqûqê de bê girtin çi huqûqî çi jî fiîlî serî li her cure riyên astengiyê didin. Vê yekê bi argumanên wek şahidên nepen ên tu pesariyeke wan a huqûqî tune ye dikin."    Çakamk dest nîşan kir ku ji ber parêzer vê kontrolkirina hikûmetê û bîadê qebûl nakin, bi gefên wek binçavkirin, girtin û cezakirinê re rû bi rû ne. Çakmak diyar kir ku parêzer di hemû merhaleyên darizandinê de bi bi biryarên dozgerî û dadgehê yên tu pesariyeke wan a huqûqî tune ye û astengiyên fiîlî re rû bi rû dimînin.    'NEHEKÎ LI KUDERÊ BE EM Ê LI PÊŞBERÎ WÊ BISEKININ'    Parêzer Guveren jî, balê kişand ser girtina Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a bi KHK'ê hat girtin û wiha got: "Xebatên me, feraseta me ya parêzeriyê kesên ku dibêjin qey hêz di dest wan de ye nerihet kir." Guveren destnîşan kir ku neheqî li kuderê dibe bila bibe ew ê tim li pêşberî wê bisekinin û ew ê tim tim parêzî û parêzeriya mafên rewa yên gelan bikin. Guveren diyar kir ku ji bo çavtirsandinê binçavkirin û girtin tên kirin û wiha got: "Çimkî rêxistinên huqûqê yên li dijî derhuqûqî û neheqiya Rewşa Awarte di warê huqûqî de têdikoşe OHP û ÇHD ne û ev hedef tên girtin. Mebest ji vê li hemberî vê neheqî û zorbetiyê kedkar, gel bê parastin, bê parêzer bê hiştin."    'MEKANÎZMAYÊN GIRTINA OTOMATÎK HENE'    Guveren der barê rewşên ku di dema binçavkirinan de ew bi wan re rû bi rû dimînin de jî ev tişt gotin:" Pêvajoyên binçavkirinê zaf bipirsgirêk in. Gotin 'îşkence tune ye', lê îro li her qereqolê îşkence heye. Lêpirsîn bi awayekî zaf kêfî tên meşandin. Bêyî hayê me jê çê bibe çapemeniya alîgir hay jê çê dibe. Ji bo em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin, em bi saetan li emniyetê tên sekinandin. Dev ji dozgeran berdin katibên wan jî bi me re hevdîtinê çê nakin. Li holê mekanêzmayên girtina otomatîk ên tu eleqeya wan bi huqûqê re tune ye û ji ji qereqol, dozger, dadwerên cezayê sulhê pêk tên hene."