ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-19 09:00:45 *Pirtûka Hecî Nehsan a helbestan a bi navê “ciweyna” ji hêla Weşanên Aryen ve hate çap kirin. Nivîskarê ku 21 sal e girtiye û 6 berhemên wî hatine çap kirin, di helbesta “ji hundir” de wiha dibêje: “gelo li derve ew destên germ nemane? / hibr westiya ye / silavan xwe kuştiye? / çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin."   *Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Hanîfî Gunduz, diyar kir ku tangên ku li taxê hatin bicihkirin derdor sehî dikirin û paşê fatûre li elewiyan hat birîn û wiha got: "Kesên di bûyeran de birîndar bûn, paşê di îşkenceyê de dîsa hatin birîndarkirin." Ahmet Aslan jî wiha got: "Hem digotin ew ji bo olê şer dikin, hem jî xeber ji olê re digotin."    *Di demên dawî de 18 parêzerên endamên OHP û ÇHD'ê hatin girtin. Hevberdevkên OHP'ê ya Stenbolê ev girtin nirxandin û wiha îdia kirin: "Li holê mekanîzmayên girtina otomatîk ên tu eleqeya wan bi huqûqê re tune ye û ji ji qereqol, dozger, dadwerên cezayê sulhê pêk tên hene."    * LaWjeyê strana Rûbaro ya herêma Colemêrgê ji nû ve sererast kir û bi guhdaran re parve kir.    * Şahwelat Kiliç ê ji Erdîşê, 2 sal e li ser mînyatura Keleha Arzaşkunê dixebite û bi dawî kir. Kiliç aşkera kir ku erhemên wî li hin deverên navçeyê hatine çikandin, lê qeyûm ji cihê wan rakiriye, da zanîn ku kes xwedî li berheman dernakeve.   * Li navenda Bedlîsê 3 hostayên hesin mane û yek ji wan jî Sabrî Bakar e, ji ber ku hostayên nû bi pêş nakevin, bi gazin e û wiha got: “Dewlet girîngiyê nade senet û senetkaran. Ji ber bê karê me li ber tunebûnê ye.”   *Ji bo serdema nû HDP'ê bernameya xwe ya çalakiyan diyar kir. Wê li 15 navendên cuda konferans bên lidarxistin.    *Serokatiya Meclîsê, pêşniyaznameya der barê lêkolînkirina komkujiya Mereşê ku hatibû berpêşkirin, bi hinceta peyva "qetlîamê" îade kir.    *Edîtorê sendika.org'ê Ali Ergin Demirhan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan ku der barê malpera wan de dabû da û got ku, ew ê tevî civakê hesabê sûcên ku bi îftira û sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin.    *Endama jûriyê ya Dîzî Bamyalarê Yasemîn Oz balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin û wiha got: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn."    * Danişîna akademîsyenên gotin "Em nabin şirîkê vî sucî" û doz li wan hat vekirin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên  HDP'ê yên Manîsayê dê li Manîsayê berdewam bike. (10.00)   * Têkildarî salvegera 19'ê Kanûna 2000  a “Operasyona Vegera Jiyanê dê li avahiya ÎHD'ê yaAmedê û Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12:30)   * Çalakiya Em karê xwe paşve dixwazin dê lie Kolana Yukselê berdewam bike. (13.30-18-00)