Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe 2017-12-18 15:44:01 MEREŞ – Serokê Şaxa ÎHD'a Mereşê Selçuk Delîbaş bertek nîşanî qedexeya li ser bîranîna Komkujiya Mereşê da û ev tişt got: "Divê dewlet bi bûyerên Mereşê re hevrû bibe."   Berî 39'emîn salvegera Komkujiya Mereşê û bîranînê, Waliyê Mereşê daxuyaniyek da û heta 12'ê Çileya 2018'an hemû xwepêşandan û çalakiyên li bajêr qedexe kir. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mereşê Selçûk Delîbaş, bertek nîşanî biryara walîtiyê da, aşkera ku mafê welatiyan e xizmên xwe bi bîr bînin û qedexeya wekî îhlala mafên mirovan pênase kir.   Delîbaş diyar kir ku ew li benda daxuyaniyke wiha bûn, şaş nemane û wiha pê de çû: "3 sal e her dem qedexeyê dînin. Îsal jî pêvajoya OHAL'ê hincet nîşan dan. Em wekî ÎHD bîranînê wekî mafekî mirovî dibînin. Her dem hincetên ewlehiyê didin nîşan, lê desthilatdarî di aliyê xwe de tu pirsgirêka ewlehiyê najî."   Delîbaş xwest dewlet ji kirinên xwe re hevrû bibe û demil dest qedexeyê rake.