Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname 2017-12-18 15:03:40 ENQERE -  HDP’ê, di hefteya riqaşên butçeyên 2018’an de ji bo 10 karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, 10 pêşniyarname dan.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Sîbet Yîgîtalp, di niqaşên butçeyên 2018’an de kuştina 10 karkeran bir rojava Meclîsê. Yîgîtalp, ji bo Wezîra Ewlekariya Civakî û Xebatê (ÇSGB) Julîde Sarieroglu bi bersivîne pirsname da Serokê Meclîsê. Navê karkerên li bajarên cuda yên jiyana xwe ji dest dayîn wihane: “Mustafa Yilmaz, Yalçin Çelîk, Selamî Uyanik, Burak Ozen, Fevzî Derelî, Halît Cîn, îrfan Ozcan, Nazîf Gullu, Muslettîn Yilmaz û Seyyîd Alî Salîmof.   Yîgîtalp, ev pirs ji Wezîr Sarieroglu kirin:     “Wezareta we têkildarî bûyerê lêpirsîna daye destpêkirin?    Derbarê kesên peywirdarên înşaetê de lêpirsîn hatiye destpêkirin?    Di şantiya ku mijara gotinê de çi demê kontrol kirin hat çêkirin? Ger hatibe kontrolkirin, di rapora teftîşê de çi kêmahî hatin dîtin?    Piştî bûyerê, li cihê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin?   Derbarê Ewlekariya Tenduristiya Kar de di şantiyeya mijara gotinê ye de Agahiya Reva Taloke di kîşan astê deye?    Di şantiya mijara gotinê de ye, tedbîrên ewlekariya kar hatiye girtin, ger hatibe girtin di kîjan astê dene?”