Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan 2017-12-18 14:12:23       STENBOL - Rojnameger û wergêra ETHA Meşale Tolu û 5 kesên din di danişîna yekemîn de hat berdan.    2’yemîn danişîna doza nûçegîhan û wergêra Ajansa Nûçayan a Etkin (ETHA) Meşale Tolu, Birol Kurt, Deniz Havuç, Fîrat Çagla, Emre Altunkaya û Serkan Okatan ku girti tên darizandin ili 29'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Pişti danişîn bi dawî bû Wergêr Tolu û 5 girtiyên din hatin berdan.    Di danişîna dozê de Şêwirmendê Sefîrê Alman ê Stenbolê Martin Erdmann, Cîgirê Serokê Koma Parlamenteriya Partiya Çep a ALman, Heike Hänsel, nivîskar Gunter Wallraff, parêzerê Meşale Tolu yê Alman û gelek kesên din doz şopandin.    Tolu, parastin kir û got: "Biryara adîl ku daraz bide dê wîcdanê civake asayî bike. Ez dixwazim bêm berdan." Piştî parastinê dozger jî xwest 6 kes bên berdan. Heyeta dadgehê piştî navber da danişînê der barê 6 kesan de biryara berdanê da.    Heyeta dadgehê doz taloqî 26'ê Nîsana 2018'an kir.