2 jin bi destê mêr hatin kuştin 2017-12-18 13:36:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Îsmaîl Ari li Edeneyê hevsera xwe Sîbel Kiliçli kuşt. Li Îzmîrê jî Gunhan O. hevala xwe ya zanîngehê Zulal Tutuncu kuşt.    Li navçeya Kozanê ya Edeneyê Îsamîl Ari yê 38 salî hevjîna xwe Sîbel Kiliçli ya dayika 4 zarokan e bi çekê kuşt. Ari li Kolana Şanlioglu ya taxa Turkelî hevjina xwe bi çekê kuşt. Zilamê kujer piştî ji herêmê revî, demek şûn de polîsan ew girt û binçav kir.   HEVALA XWE KUŞT    Li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê jî xwenekarê zanîngehê Gunhan O. (26), hevala xwe ya 21 salî Zulal Tutuncu kuşt. Kujer, piştî bûyerê polîsan geriya û rewş vegot. Li ser îxbarê polîs çûn malê û piştî lêkolînan Gunhan O. binçav kirin. Cenazeyê Zulal Tutuncu rakirin morgê.