Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan 2017-12-18 13:06:31     STENBOL - Di doza nûçegihanên ETHA û wergervan Meşale Tolu de dozger xwest ku hemû girtî bên berdan.   2’yemîn danişîna doza 18 kesên 6 jê girtî û di navê de rojnameger Meşale Tolu ku wergervana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) jî heyî, li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Çaglayana Stenbolê dest pê kir.      Piştî aşkerekirina nasnameyan danişîna dozê destpêkir. Rojnameger Tolu, parastin kir û got: “Ez di çarçoveya êrîşên li ser çapameniyê hatim girtin û ev êrîş di demên dawî de hîna jî didomin. Ji ber vê yekê tehliya xwe dixwazim.” Piştî parastinan dozger, xwest ku 6 kesên girtî bên berdan û navber da danişînê.