Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin 2017-12-18 12:16:45 AMED – Lêkolîner Bekîr Agirdir têkildarî geşedanên polîtîkayên li welat û derveyî welat wekî “Serdema navbera qeşaya kûrewî” pênase kir û ev tişt got: “Ji bo rizgariya ji bêhêvî û ne diyariyê ji desthilatdariyê bigire heta muhalefetê, divê utopyayek nû afirandin û siyaseta vê bê birêxistinkirin."  Li Tirkiyêyê û bajarên herêmê rojev kêlî bi kêlî diguhere û geşedanên girîng diqewimin. Lêkolîner Bekîr Agirdir pirsên Ajansa Mezopotamayayê (MA) bersivand û der barê rojeva heyî de nirxandinên girîng kir.    ‘HIKUMET VEGERIYAYE REFLEKSÊN XWE YÊN BERÊ’    Agirdir bal kişand ser nîqaşên “Kurdistan” ku di Meclisa Tirkiyeyê de derbas bûn û ev tişt got: “Desthilatdariya Ak Partiyê di ‘Meseleya Kurdistan’ de vegeriyaye refleksên berê yên dewletê. Vê yekê dide nîşandan. 40 sal paş ve vegeriyaye. Bi taybetî deshilatdariya Ak Partiyê ji sala 2013’an vir ve bi çavek cudakarî li muxalefetê dinêre. Ewil berê xwe da HDP’ê niha jî heman ziman û gotinan ji bo CHP’ê bi kar tîne. Hevokên ji bo Selahattîn Beg (Demîrtaş) dihatin gotin niha heman hevok ji bo Kemal Beg (Kiliçdaroglu) jî bi kar tîne. Di pişt vî zimanî de xebatek felsefî û nêzîkatiyek bîrdozî tune. Ev gotin raste rast bi hilbijartinên 2019’an ve girêdayî ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê carek din dixwaze bi nêzîkatiyên ewlekariyê meseleya kurd têk bibe û serdestiyê li serê ferz bike. Tişta tê axaftin dîsa nêzîkatiya ewlekariyê ye.”    ‘CAREK DIN MODELA NETEW DEWLET Ê FERZ DIKIN’    Agirdir destnîşan kir ku wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî carek din dizivire refleksa netew dewletê û wiha dewam kir: “Wek ku em dizanin heta 80’ê û 90’î dewlet xwe bi modela netew dewletê li ser piya girt. Dîsa em dibînin ku ketiye nav hewldanek ‘Ez ê her tiştî kontrol bikim, jiyana rojane kontrol bikim û siyasetê kontrol bikim.’ Tenê ev ne li Tirkiyeyê wiha ye. Ez ji vê re dibêjim ‘Serdema navbera qeşayî ya kûrewî.’ Îro li tevahiya cîhanê tevlîheviyek heye. Li hemû welatan carek din pergela otorîter, şoven û modela netew deweletiyê carek din tê çavdêrkirin.”     ‘NÎVÊ KURDAN LI METROPOLAN E’    Agirdir bal kişand ser kirin û poltîtîkayên niha hikumet bi rêve dibe û wiha got: “Ez bawerim hikumet dibêje ez ji vê polîtîkayê ‘encam digirim’ û bi rêve dibe.” Agirdir anî ziman ku nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 50-60 wê li gundan dijiya û îro nifûsa li gundan dijî ji sedî 7 e û ji sedî 84’ê nifûs ango ji sedî 50 nifûs li 11 bajarên metropol dijî. Agirdir her wiha got ku ji sedî 48’ê kurdan li bajarên metropol ên mîna Stenbol, Amed, Wan, Mêrsîn û Enqereyê dijî û nîvê nifûsa kurdan li van metropolan jiyan dike.    ‘BUROKRATÊN GUHERTINÊ DIXWAZIN HENE’    Agirdir destnîşan kir ku burokratên di salên 1980 û 1990’î de jî nirxand û di vê der barê de ev nirxandin kir: “Mirovên wê demê digot divê em biguherin zêde bûn. Di serdema pêvajoya çareseriyê de jî hin generalên kevn derketin û gotin ‘Me ev bi ser xistiye û dê bi ser bikeve. Lê gotin divê siyaset vê yekê bi ser bixe.” Buroktratên salên 90’î û 2000’î ku dixwestin pergala li Tirkiyeyê biguhere hebûn.”    ‘WÊ KURD DÎSA DENG BIDIN HDP’Ê Û WÊ BI SER BIKEVIN’    Agirdir bal kişand ser guhertina kurdan û piştgiriya ji bo HDP’ê jî û wiha dewam kir: “Bi taybetî di pêvajoya Kobanê şûn de, gelek kurdên oldar û misilman ji bo berê tarzê jiyankirina xwe dan sekulerna, lê ji polîtîkaya HDP’ê fêmkirin û wisa qanih bûn. Lê cara ewil guhertina fikrek ku xwedî li nasnameya kurd û partiya kurdan derbikevin pêk hat. Lê ew guhertina fikrî ne rexnekirina AKP’ê bû. Hem di zîhnê de şikestinek çêbû hem jî di dil de guhertinek din çêbû. Niha heman mijar ji bo meseleya Barzanî jî heye. Lê dema em niha jî lê dinêrin kurd hêj xwedî li HDP’ê derdikevin û destek didin HDP’ê. Ez ne bawerim pirsgirêka bendê derbaskirin li pêşiya HDP’ê hebe. Nayê wê wateyê ku hemû polîtîkaya HDP’ê destek dikin. Nayê wê wateya ku polîtîkaya xendekan er ê dikin. Di nav welatiyên kurd de yên ku PKK’ê rexne dikin gelek in. Ne mimkûne ku renxe jî nekin. Mesele tenê ne meseleya PKK û HDP’ê ye. Cara ewil kurd şiyar bûn xwedî li partiya xwe derketin. Kurd dê xwedî li HDP’ê û partiyên piştî HDP’ê jî bên derbikevin. Li van bajar û navçeyan dê carek din HDP’ê û yên bibin namzetê vê partiyê wê bi ser bikevin. Dê piştî hilbijartinê rewşek ku carek din qeyûm tayînî şûna şaredaran bikin nayê domandin.”    ‘DIVÊ UTOPYA TIRKYEYEK NÛ BÊ HÛNANDIN’   Agirdir di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Pêwîst e mirov radestî bêçareyê, bêhêvîbûnê û tirsê nebe. Tişta ku bê kirin, tirk, kurd an go oldar, sekuler, çepgir, rastgir a ku îro Tirkiyeyê di nav vîna jiyanek hevpar de bide afirandin ji bo Tirkiyeyek nû utopya bê hilberîn û ji bo vê ked bê dayîn. Divê siyaseta vê bê hûnandin.”    MA / Bîlal Guldem – Sedat Yilmaz