Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne 2017-12-18 10:43:03 MANÎSA -  Li wargehên kar ên girtîgehên Tirkiye girtî mehê bi 120 û 240 tl tên xebitandin. Girtiyên karker gotin "Em kar dikin dewlet qezenç dike. Qada mêtîngeriya heri mezin wargehên girtîgehan in."  Girtiyên li Wargehên Kar ên Girtîgehan bi kedek erzan dixebitin keda wan tê xwarin, wekî koleyan kar dikin. Dewlet li Wargehên Kar ên Girtîgehan nêzî 50 hezar girtiyan di şaxên cuda yên kar de mehane bi 120-140 tl didin xebitandin û keda wan binpê dikin. Li Wargeha Kar a Girtîgehê ya Girêdayî Wezareta Dadê li 200 şaxên kar ên cuda 50 hezar girtî karê dewletê dikin. Li gorî tabloya Çile-Cotmeh a 2017'an hatina pereyan a ji girtîgehan 2 milyar û 754 milyon û 527 hezar û 220 TL bû. Li gorî hesapên hatin kirin, her karkerek rojê bi 6, şagirt, bi 10, kalfa 11 û oste bi 13 TL dixebitin. Gelek karker li salonên edliyê û saziyen dewletê yên din de wekî karker dixebitin. Girtiyên li edliyeya Manîsayê kar dikin, der barê şert û mercên karê xwe de wekî “mêtîngeriyê" pênase kirin.    MEHANE 120 TL DISTÎNIN    Karkerê ku 5 sal ceza lê hatiye birîn û hêj 2 salên wî mane, niha li hemberî cezayê girtîgehê wekî karker li edliyeya manisayê kar dike. O.A., anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê ma û wiha go: "4 mehin li Edliyeya Manîsayê karê paqijiyê dikim. Beriya ku bêm girtin min gelek karên cuda dikir. Ez niha li hemberi vî karê paqijiyê mehê 120 TL pere distînim. Nêviyê sîgorta min darizinin. Li Wargehan heqê herî kêm rojê 6 TL ye. Karker di navbera 120 û 240 TL de heq distînin. Karkerên ku 6 TL distînin mehê 180 TL distînin. Karker saet di 06.00'an dest pê dikin û heta êvarî kar dikin.    A.O., anî ziman ku karê dikin giran e û keda wan tê xwarin. A.O. da zanîn ku bê navber di bin çavdêriyê dene û neçarin li dijî hemû pekaninan bêdeng bimînin. A.O., anî ziman ku karkerên normal di edliyê de kar dikin di navbera 400 TL û 2 hezar tl distînin. Karkerên li Wargeha Kar a Girtîgehê kar dikin di navbera 120, 180, 240 TL de distînin. Pereyê ku niha li vir qezenç dikim li derve di nava 2-3 rojan de qezenç dikim."    Girtiyê karker    Girtiyê karker ê li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê dibîne D.D. jî anî ziman ku 2 salin girtî ye û rastî 2 sal û nivan ceza hatiye. D.D., diyar kir ku mutahît di fîrmayên taşaron de keda wan dixwin û wan weki koleyan didin xebitandin. D.D., anî ziman ku li derve di karên înşaetê de herî kêm rojê 50 - 60 TL heq distînin. D.D., anî ziman ku niha mehê 180 TL distîne û heqê mehekê distîne li derve di nava 3 rojan de distîne û keda wan tev tê xwarin. Girtiyê karker O.K.  jî li Edliya Manîsayê kar dike û heman tişt anî ziman.    MA / Ahmet Kanbal