'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin' 2017-12-18 09:38:41 STENBOL - Seroka Giştî ya ANAP’ê ya berê Nesrîn Nas, diyar kir ku banga ÎTT'ê ya ji bo Rojhilatê Qudsê bibe paytexta Fîlîstên, tê wê wayetê Rojavayê Qudsê jî bibe  paytexta Îsraîlê û wiha axivî: “Ev bang kêrî tu tiştî nayê.”  Piştî Serokê DYA'yê Donald Trump Quds wekî paytexta Îsraîlê îlan kir, Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan banga li darxistina civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê (İTT) kir û civîn li Stenbolê pêk hat. Di civînê bang hat kirin ku Rojhilataê Qudsê bibe paytexta Filîstînê. Seroka Partiya Anavatan (ANAP) a berê Nesrîn Nas ev mijar nixand û wiha axivî: “Banga bila Rojhilatê Qudsê bibe paytexta Fîlîstînê, tê wê wateyê bila Rojavaniyê Qudsê jî bibe paytexta Îsraîlê. Ev bang ji bo meşrû kirina vê yekê ye.”   'DIVÊ LI KÊLEKA HEV RAWESTIN'   Nas, anî ziman ku divê gelên Rojhilata Navîn erdnigariyê ji rewşa qeder bûnê derbixwin û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn necarin ku rêyeke aştiyane ji xwe re bibîn in. Li Rojhilata Navîn cîhanek xwedî petrol, dewlemend, desthilatdar û padîşahî, li aliyê jin jî cîhanek koçberî, ji cih û warên xwe bi darê zorê mirovên pênabûr bûyîn hene. Ji bo guhertina cîhanek wiha, divê hemû gel li kêleka hev bisekinin. Nexwe pêşerojeke aştiyane ne gengaze. Ev ji me jî derbas dare.” Nas, da zanîn ku divê jiyanek hevpar bê avakirin û hevpeymaneke civakî ya nû bê nivîsandin.    'ÎTT’ê JI DABEŞBÛNA QUDÛSÊ ERE GOT ERÊ'   Nas, dest nîşan kir ku banga Teşkîlata Hevkariya Îslamê (İTT) a ji bo Qudsê amûrekê arîşeyên navxweyî û wiha bi dawî kir: “ÎTT’ê bi bangawaziya kir dabeşbûna Qudsê qebûl kir. Ji ber vê yekê heta bêje pêngavek şaş bû. Vê bangê di heman demê de biryara Neteweyên Yekbûyî ya Quds mîna paytexta hemû olan qebûl kirî jî vale derxist. Ji ber vê yekê hat bêje şaş bû.”