'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’ 2020-03-17 16:01:18 ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan, diyar kir ku divê ji ber vîrûsa koronayê zarokên di girtîgehan de bên berdan û xwest berî dereng bikeve ji bo zarokên girtî gav bên avêtin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Tûran Aydogan, derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) de daxuyaniyek nivîskî weşand. Aydogan, diyar kir ku ji bo vîrûsa korona gelek bergirî nehatine girtin û got: “Divê di çarçoveya Pîvana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (BM) de, zarokên di girtîgehan de bên berdan.”