2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine 2020-03-17 13:46:29   ENQERE – WHO ragihand ku du xebatkarên wan bi vîrûsa koronayê ketine.    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li du xebatkarên saziya wan geriyane. Berdevkê saziyê Christian Lindmeier wiha got: “Her du xebatkar jî ne li ofîsa xwe bûn. Amajeyê vîrûsê li mala wan xwe daye nîşandan. Testên Kovîd-19 pozîtîf derketine. Ji ber vê yekê jî du bûyerên me yên hatine rastandin hene.”