10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê 2020-03-17 13:30:01   ENQERE - Derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de, 10 fezlekiyên nû yên destnedayînê ji Meclîsê re hatin şandin.     Bi daxwaza rakirina destnedayînê derbarê 9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 10 fezlekeyên din ji Meclîsê re hatin şandin.    Navê parlamenterên HDP’ê yên derbarê wan de fezleke hatin amadekirina wihane: Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş 1, Parlamenterên Amedê Mûsa Farisogûllari 1, Dersim Dag 1 û Remziye Tosûn 1, Parlamenterê Wanê Mûrat Sarisaç 2, Parlamenterên Agiriyê Berdan Ozturk 1 û Dîlan Dîrayet Taşdemîr 1.    Fezlekeya din a ji bo Meclîsa hat şandin jî derbarê Parlamentera AKP’êya Bolû Arzû Aydin deye.