Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû 2020-03-16 16:52:30   AMED - Bi angaşta "Endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat birîn û hat tehliyekirin.   Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, di 22'ê cotmeha 2019'an de ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, piştre jî hatibû girtin. Daneşîna biryarê ya Yilmaz îro li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Yilmaz, ji Girtîgeha Jinan a Buryanê ya Kayseriyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû û parastina xwe kir. Parêzerên Yilmaz Servet Ozen, Reyhan Yalçindag û Cîhan Aydin jî li daneşînê amade bûn. Parlamenter û rêveberên HDP'ê jî daneşînê şopandin.    Dozger, îfadeyên îttîrafkar Hîcran Berna Ayverdî esas girt û bi angaşta "Endamtiya rêxistinê û ji Yilmaz re heta 15 salan ceza xwest.   Piştre Yilmaz, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare parastina xwe bike û ji bo parastinê dem xwest. Heyeta Dadgehê, daxwaza Yilmaz a ji bo dema parastinê red kir û bi angaşta  "Endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yilmaz birî. Her wiha qedexeya derketina derveyî welat jî danî ser Yilmaz û wê tehliye kir.