Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê 2017-12-18 07:30:38     ANKARA - 8'emîn Civata Giştî ya HDK’ê li Enqereyê pêk hat. Civat bi hilbijartina hevberdevkan bi dawî bû. Di Deseye Giştî de Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû dubare hevberdevk hatin hilbijartin.   Di 8'emîn Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk Gel (HDK) de rapora xebatên her meclîsekê cuda cuda heta xwendin. Komîyona biryaran ji bo pêvajoya pêşiya xwe têkildarî nexşerêyê biryarên girîng girtin. Di pêşnûmeya ku bi lezgîn pêwîstî bi avakirina ‘Eniya demokratîk’ heye, avakirina eniya demokratîk a li dijî şer û faşîzmê ya HDK’ê weke gavekî jiyanî ye hate destgirtin. Dîsa berpirsyariya diyarkirina hêzekî demokratîk û berfireh a pêwîstiyekî rojevî ya demê pêwîst dike ya HDK’ê tevger kirin û di vê çarçoveyê de pêşnûmeya biryarê pêşkêşî desteya giştî hate kirin. Dîsa pêşnûmeya peymaneke civakî ya nû bê kirin ji aliyê Desteya Giştî ve hate erêkirin. Li gorî vê; ji bo bingehek ji peymana civakî ya nû re avakirin, di bin sernavên bawerî, nasname, zayendî, refî û ekolojiyê de biryara wê konferansên herêmî, komxebat, panel, sempozyom, civîn bên kirin hate dayîn. Di encama van xebatan de wê konferans bê kirin, wê gotûbêjên herêmî diyar bikin.   Li gel van du biryaran, wê li ser koçkirin û bi darê zorê ji cihê wan derkirin wê komxebat bêkirin, li ser pêşniyara meclîsên herêmî anîn rojevê û hate erêkirin.   Piştî xwendina encamnameyê û gotûbêjkirin û şûnde, ji bo diyarkirina Meclîsa Giştî ya ji 120 kesan pêk tê ji aliyê komîsyona mûtabakatê wê bê diyarkirin. Di hilbijartinê de Onûr Hamzaoglû û Gulîstan Koçyîgît dubare bûn hevberdevkên HDK'ê. Encamname di rojên pêşiya me de dê bi raya giştî re bê parvekirin.