Agahiya te jê heye? 2020-03-16 12:02:13 STENBOL - Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye ya bi armanca balê bikişîne ser rojnamegerên girtî hat avakirin, ji bo rojnamegerên girtî dest bi kampanyayê kir.  Rojnamegerên ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li hev kom bûn, Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye avakirin. Înîsiyatîfê, ji bo xebata xwe ya yekemîn gav avêt û di vê çarçoveyê de, li ser medya civakî dest bi kampanyeya hashtagê kir.    Bi kampanyeya #HaberinVarMi hat xwestin ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Metna “Agahiya Te Jê heye?”a di çarçovaye kampanyayê de hat amadekirin, bi vîdeoyekê hat parvekirin.    Di metna kampanyeyê wiha hat gotin:    “Agahiya te jê heye?   Ji Oda Tv’iyê Bariş Terkoglû, Hulya Kiliç, Bariş Pehlîvan, ji Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Aydin Keser, ji Yenîçagê Mûrat Agirel, ji sîteya nûçeyan a Yakindogû Alptekîn Dûrsûnoglû, ji Rûdawê  Rawîn Sterk girtîne.    Agahiya te jê heye?   Bi dehan rojnameger di girtîgehan de. 8 rojnamegerên din jî li wan zêde bûn.    Deriyên hêsin, pencereyên tarî dîsa li rojnamegeran hatin girtin.    Agahiya te jê heye?   Emê bi hevre wan deriyên hêsin bişkînin! Ji bîr nekin, bi girtina rojnamegeran, dixwazin mafê gel ê agahî girtinê asteng bikin.   Dilsoziya me tênê ji bo rastiyan û ev rastî ji gel re ragihandine. Emê ji tu kesî re bîat nekin û emê bêdeng nemînin. Ji bo mafê fêrbûna rastiyan a gel, em ê rojnamegertiya xwe dewam bikin.    Agahiya te jê heye? Wê dîsa bahir were çiyayên bajarên me!”