KCD: Helebçe nayê jibîrkirin 2020-03-16 10:01:03 AMED – KCD’ê bi wesîleya 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek belav kir û hat gotin wan birîna xedar a Helebçeyê ji bîr nekirine û komkujî îro tên nûjenkirin û viya xwe li bajarên Rojava dide nîşandan. KCD’ê banga avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd kir.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçe daxuyaniyek nivîskî belav kir û balê dikişîne ser komkujiyên bi serê gelê kurd de hatine.   Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:   “Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê.   Di ser Komkujiya Helebçê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helebçê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.   BI EFRÎNÊ RE KÛRTIR BÛYE   Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane qetil kir. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 32 sal derbas bûne jî hêj ew texrîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.   KOMKUJÎ TÊN NÛJENKIRIN    Komkujiya Helebçê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.   Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal de pêk anîne. Hemû mirovahî zanin û bûne şahidê rastiya ku gelê kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye.    JI BO YEKÎTIYÊ EM BIXEBITIN    Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 32’yemîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helebçê lanet dikin û ji bo qetlîamên bi vî rengî careke din pêk neyên em dixwazin hemû gelê me, sazî û partiyên siyasî ji bo avakirina Yekîtiya gelê Kurd bixebitin.”