Serdar ê întîhar kir mir 2017-12-17 17:52:17   COLEMÊRG - Îdîaya Serdar Îsmaîl C. ê li Şemzînana Colemêrgê çek berda xwe û bi giranî birîndar bû mir.    Hat îdîakirin ku li 34'emîn Tugaya Hidûd a Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyê Serdar Îsmaîl C., serê sibê saet di 06.00'an de bi çekê gule berda dilê xwe. Serdar Îsmaîl C. yê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Serdar Îsmail C. tevî hemû mudaxaleyan mir. Piştî bûyerê lêpirsin hat destpêkirin.