Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin 2020-03-15 15:20:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê, li Îranê ji ber Vîrûsa Corona (Covît 19)  724 kesan jiyana xwe ji dest dan e.     Ji ber virûsa Corona ya ku li tevahiya cîhanê belav bûye hêjmara miriyan zêde dibe. Herî zêde li Çîn, Îran û Îtalya hêjmara miriyan zêde ye. Li gorî ajansa Nûçeyan a ÎRNA ku xwe dispêre daneyên fermî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ji doh nivro heya îro 113 kes ji ber Vîrûsa Corona mirin û  Hezar û 209 kes bi vîrûsê ketin. Heya niha 4590 kes nexweşiya KOVID19 derbaz kirne û ji nexweşxaneyan derketine.    Li Parezgehen Îrane rewşa vîrûsa Corona û kesên bi nexweşiyê ketine:  Tehran 3574 Qom 1004 Gîlan 840 Esfehan 1183 Elborz 665 Mazenderan 1278 Merkezi 698 Qezvîn 407 Semnan 450 Golistan 259 Xorasan Rezewî 568 Fars 252 Loristan 289 Tebrîz 374 Xozestan 253 Yezd 326 Zencan 201 Sine 134 Erdebil 154 Kirmaşan 115 Kirman 84 Hemadan 124 Sistan ve beluçistan 60 Hormozgan 90 Xorasan Cinubî 100 Xorasan Şomalî 52 Çarmehal ve Bextiyarî 49 Îlam 101 Urmiye 193 Kohgîluye ve BoyerEhemad 27 Buşehir 34 kes bi korona ketine.