'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin' 2017-12-17 16:14:51 AMED - Prof. Dr. Nîlgun Toker di panela "Girtiyên pêwîstiyên wan ên taybet heyî û mafê tenduristiyê" de diyar kir ku li vî welatî girtiyên siyasî wekî "dijmin" ên edlî jî wekî "biyanî" dibînin û wiha axivî: "Girtî ne amûrek in, divê têkoşîna vê bê dayîn."   Milê Mafên Mirovan a Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, li Şaxa SES'a Amedê panela "Girtiyên pêwîstiyên wan ên taybet heyî û mafê tenduristiyê" li darxist. Modetoriya panelê endama Komîsyona Mafên Mirovan a ÎTO'yê ayten Saral kir, endama Akademîya Piştgiriya Îzmîrê Prof. Dr. Nîlgun Toker wekî axaftvan beşdarî panelê bû. Saral axaftina vekirinê kir û da zanîn ku ew dixwazin civakeke beyî girtîgeh ava bikin, li ser bingeha heq û nirxan civakeke nû ava bikin û xwest ji bo vê xebat bê kirin.   Toker jî destnîşan kir ku girtîgeh cihekî total ê girtî ye û ev avahî bi taybetî tên avakirin. Toker da zanîn ku dema hûn wê avahiyê çêdikin, hûn li gorî xwe çêdikin û kesên hûn davêjin wir jî li gorî wê şekil didin wan û wiha axivî: "Beyî ku cudahiyê bixin navbera nijad, ziman, zayendî û aboriyê, divê hûn hemû tiştî li ber çavan bigirin. Dewlet li cihekî dixwaze Danezana Gerdunî ya Mafên Mirovan îmze bike, ji hêlekê ve jî mafên mirovan binpê dike."   GIRTIYAN WEKÎ DIJMIN Û BIYANÎ TÊN DÎTIN   Toker aşkera kir ku girtiyên siyasî li her derê cîhanê wekî "dijminê dewletê" tên dîtin û wiha pê de çû: "Dema em dibêjin pêwîstiyên taybet ên girtiyan, ne tenê behsa girtiyên siyasî dikin. Girtiyên siyasî di şertên hêj girantir de tên girtin." Toker diyar kir ku girtiyên siyasî wekî dijmin, yên edlî jî wekî biyanî tên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vî welatî girtiyan ji mirovahiyê derdixin û wan wekî mirov nabînin. Girtiyên ku wekî dijmin bên dîtin, her tişt li dijî wan tê kirin. Ev tê wateya wan wekî amûr dibînin. Girtî ne amûrin û divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn."   Panel, piştî rûniştina bi sernavê "Rewşa Girtîgehên li Tirkiyeyê" bi beşa nîqaşan a forumê bi dawî bû.