Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin 2017-12-17 15:54:05 DERSIM  - Şahida Komkujiya Dersimê Emine Kiyançiçek, li gundê Hozmerek yê Dersimê hat definkirin.    Cenazeyê Şahida Komkujiya Dersimê ya sala 1938'an Emine Kiyançiçek, li gundê Hozmerek yê Dersimê bi merasimekê hat definkirin.    Ji bo Kiyançîçek li Komeleya Çanda Haci Bektaşi Velî û Cemxaneyê merasim hat lidarxistin. Di merasimê de endam û reveberên HDP, DBP, xebatkarên Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) û gelek kesên din amed bûn. Cenazeye Kiyançiçek piştî merasima olî li Gundê Hozmerek yê Dersimê hat defin kirin. Hezkiriyên Kiyançiçek  bi zaravayê Kirmançkî zmêr qêriyan.    Li Dersimê di sala 1938'an de li Dersimê komkujî pêk hatibû. Di komkujiyê de bi deh hezaran mirov hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber kiribûn. Şahida komkujiya Dersimê ya 38'an Emine Kiyançiçek duh jiyana xwe ji dest da. Kiyançiçek di komkujiya Çemê Laçê ya Pilûra Dersimê 10 salî bû û bûbû şahida komkujiyê. Emine Kıyançiçek 6 mehin di nava nivînan de bû. Kiyançiçek a 90 salî piştî jiyana xwe ji dest da îro li gundê Hozmerekê bi merasimekê hat definkirin.    Kiyançiçek, di 76 salî de bi îdîaya alîkarî daye PKK’ê hatibû girtin û rastî 3 sal û 9 meh ceza hatibû. Kiyançiçek, 24 mehan girtî mabû.