Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt 2020-03-14 20:55:30       MÊRDÎN - Li gundê Bazikê yê Stewrê cerdevanekî Riza Akgulê 34 salî kuşt.    Li gundê Bazikê yê Stewra Mêrdînê cerdevanekî Riza Akgul ê 34 salî kuşt. Hat diyarkirin ku gava Riza Akgul diçû nav erdê xwe xizmê wî cerdevan Huseyîn Akgul tevî çend kesên li cem xwe pêşiya wî girtine û bi çekê kuştine.    Hat ragihandin Huseyîn Akgul bi keleşkofa xw eya cerdevantiyê bera Riza Akgul daye û Akgul di cî de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Akgul ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji wir jî birine gund veşartine.    Hat ragihandin ku cendirmeyan Huseyîn Akgul girtiye, lê belê kesên li cem Huseyîn Akgul nehatine zevtkirin.