Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin 2020-03-14 13:11:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser, ji bo vîrûsa Korona rêze tedbîr standin û navber da perwerdehiya dibîstan û zanîngehan.     Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî vîrûsa Korona rêze tedbîr girtin û navber da perwerdehiya dibistan û zanîngehan. Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û biryarname xwe ji raya giştî re aşkere kir.    Rêveberiya Xweser di biryarnameya xwe ya tedbîrên li dijî vîrûsa korona de, wiha got:   " Ji bo parastina xeteriya ku vîrûsa Korona ava dike û ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û weke bergiriya baldariyê, me ev bergirî girtin.   * Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hatin qedexekirin.   * Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango dîroka 14`ê Adara 2020`an  heta demeke ne diyar tên girtin.   * Qedexe ye ku kesek di tevahî deriyên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.   * Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku pêştre bistîne bên vekirin.   * Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê  Sêmalka ku di 27.02.2020`an de hat derxistin jî, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.   *Ev agahî wê ji hemû kesan re bên ragihandin."