Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’ 2020-03-13 13:35:11   ÊLIH – Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi boneya vîrûsa koronayê navber da çalakiya xwe ya heftane “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin.”   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê ragihand ku wan çalakiya her hefte roja şemiyê ji bo winda werin dîtin û kujer werin darizandin, bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar dixin bi boneya vîrûsa koronayê navber danê.   ÎHD’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de wiha got: “Desteya rêveberiya me biryar girt ku ji ber tevdîra vîrûsa koronayê demek kin navber bide çalakiya xwe ya heftane.”