Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune 2017-12-17 12:39:42 HATAY - Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Dortyolê  Halil Baybariz ku serbest hat berdan, diyar kir ku hevalekî wan li girtîgehe rastî lêdanê hat û rakirin nexweşxaneyê û wiha got: "Piştî rastî lêdanê hat me ew bir revîrê. Bijîşkê revîrê got, 'li ser bedena we şop hene bêjin. Ez birîn û şopê derban nanivîsim. Ew bê qîmet in' û rapor neda me."    Îşkenceya li girtîgehan berdewam dike. Girtiyên rastî lêdan û îşkenceyê tên nikarin rapor bistînin û nikarin serî li rêxistinên mafên mirovan bidin. Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Dortyolê  Halil Baybariz ku di 7'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa L a Îskenderûnê derket, îşkence û tundiya li girtîgehê anî ziman. Baybariz, anî ziman ku li Girtîgeha tîpa M a Îskenderunê binpêkirina mafan gelek zêde ye û wiha got: "Bi taybetî piştî midûrê ji Xerpêtê nû hat zextên li ser girtiyan zêde bûn. Girtiyên mafên xwe diparêzin rastî cezayê dîsîplînê tên. Ji ber ku hevalên me ji Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê şermezar kirin rastî cezayê dîsîplînê hatin. Cezayê ragihandinê li me birîn. Ji ber ku di navbera kawîşan de kun hebûn lêpirsîn li me vekirin."    BIJÎŞKÊ REVÎRÊ: EZ DERBAN NANIVÎSIM   Baybarîz, anî ziman ku di 23'ê Mijdarê de ji Girtîgeha tîpa M a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T Îskenderûnê hatin kirin û wiha got: "Di ketina girtîgehê de em rastî lêgerîna tazî hatin. Dema em ev yek qebûl nekir em rastî lêdanê hatin. Em 36 kes bûn. Em hemû rastî lêdanê û lêgerîna tazî hatin. Gardiyanên hatin kawîşê xwestin me li ser piyan bijmêre. Ji ber me daxwaza wan pêk neanî bi lêdanê em hemû dexistin maltayê. Em di çavdêriya midûr de rastî lêdanê hatin. Di lêdanê de hevalekî me bi giranî birîndar bû. Me ew rakir nexweşxaneyê. Piştî rastî lêdanê hat me ew bir revîrê. Bijîşkê revîrê got, 'li ser bedena we şop hene bêjin. Ez birîn û şopê derban nanivîsim. Ew bê qîmet in' û rapor neda me."    2 ROJAN AV NEDAN   Baybarîz, anî ziman ku piştî sewq kirin 2 rojan ava vexwarinê nedan wan û wiha bi dawî kir: "Li girtîgeha nû name, pirtûk û alavên me yên taybet tev desteser kirin. Li girtîgehê rewşa girtiyê Nexweş Îsmail Tanboga her ku diçe giran dibe. Li gel ku nexweşê giran e jî nayê dermankirin. Hevalê me ji 60 kiloyan daket 45 kiloyan. Divê demek berî demekê bê berdan û dermankirin."