Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin 2020-03-13 10:37:05 VAN - Di salên dawî de gelek erdhej li Wanê çêbûn.  Herî dawî piştî erdheja li Bajarê Xoyê çêbû bandora xwe li Wanê jî kir û 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Doç. Dr. Azad Saglam Selçuk, bal kişand ser erdhejên 50 salên dawî yên li Wanê pêk tên û xwest hemû avahiyên li Wanê yek bi yek di ber çavan re bên derbaskirin û tedbîr bên girtin.  Di 23'ê kewçêrê 2011'an de, li Wanê erdheja hêza wê 7,2 pêl (richter) pêk hat. Di erdhejê de 605 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûn. Dîsa di 9'ê mijdara 2011'an de erdhejekî ku bi hêza 5.6 pîle pêk hat. Bi giştî bi sedan xanî hilweşiyan. Bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç kirin. Herî dawî di 23'ê Sibatê de li Bajarê Xoyê erdheja hêza wê 5,9 pêl pêk hat. Bandora vê erdhejê li ser navçeya Elbaka Wanê jî çêbû.Di erdhejê de li navçeyên Elbak, Serav û Payizava bi dehan gund xera bûn. Li Gundê Elbisê 8, li Gundê Elezeyê 1, li Gundê Qîratiyê jî 1 bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li 5 gundên Elbakê nêzî 400 xanî û bi sedan gov xera bûn. Di roja ewil de ji ber berf zêde bariya bûn rêyên gundan hatibûn girtin. Sewalên xanî bi ser wan de xera bûn ji serma mirar bûn.    Têkildarî erdhejên li Wanê û rewşa avahiyên li Wanê Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolîna Erdhej û Rêveberiya Afetê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Doç. Dr. Azad Saglam Selçuk, çavdêriyên xwe bi Ajansa me Mezopotamya re parve kir. Saglam, anî ziman ku xeta fayê ya erdheja li ser sînorê Îran û Tirkiye û erdheja beriya wê ji hev çûda ne û wiha got: "Di erdheja ewil de li 8 taxan xanî xera bûn. Li herêmê nêzî 300 xanî hatin halê ku mirov nikare lê bijî. Gelek xaniyan zerar dît. Zêdeyî 6 hezar sewal di bin kavilan de mirar bûn.    'JI BO ZAROKAN ÇARESERIYA LEZGÎN DIVÊ'    Saglam, anî ziman ku piştî erdheja 23'ê Sibatê hêj pirsgirêka tuwalet û serşokê nehatiye çareserkirin û wiha got: "Jin diçin pez didoşin. Karên malê dikin. Li zarokan dinerin. Xwarin çê dikin û cilan dişon. Rewşa zarok û jinan bêtir dijwar e. Divê ji alîkariya rojane zêdetir alîkariya ku pirsgirêkan bi temamî çarser dike bê kirin. Divê em çareseriyên mayinde pêş bixin. Niha tenê çareseriyên rojane tên pêşxistin. Divê ji bo cih û warên mirov û sewalan çareseriyên mayinde bên pêşxistin. Li herêmê çavkaniya mirovan sewal û çandinî ye. Nikarin dest ji çavkaniyên debara xwe berdin û biçin. Divê ji bo sewalan kon zêde bin. Di erdhejê de çima ew qas zerar çêbû? Ji ber xanî xebar hatine avakirin. Ne li gorî endezyariyê hatine avakgirin. Kevir û pîreket danîne ser hev û xanî ava kirine. Malzemeyên ku keviran bi hev girê didin û dizeliqînin tune ye.    DIVÊ HEMÛ AVAHÎ LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN   Saglam, anî ziman ku di sala 1976'an de li Ebexeyê û di sala 2011'an de jî li Wanê 2 erdhej çêbûn û wiha got: "Di zerara van erdhejan de bandora xaniyên rizî jî pir zêde ye. Divê hemû avahiyên li Wanê bi lez di ber çavan re bên derbaskirin. Kesê ku xanî distîne li şûna li serşok û beşên din dinere, divê li saxlembûna avahiyê binere. Divê binere ku avahî li gorî erdhejê hatiye çêkirin ya na.      Saglam, da zanîn ku bajar li ser xeta fayê hatiye avakirin û li şûna bajar bibin cihekî din, divê xanî li gorî wê saxlem bên avakirin. Dema erdhej çêbû jî divê em piştî erdhejê li avahiyê nemînin û bi lez avahiyan terk bikin û dûrîu avahiyê bisekinin. Divê em bi lez ji bo Wanê plana rîskê amade bikin û hemû avahiyan di ber çavan re derbas bikin."